Şehîdên Rojava Xurşîd Mehmûd û Rizgar Fuad li Herneyê hatin bibîranîn
Ji bo Xurşîd Mehmûd (Diyar Qamişlo) û Rizgar Fuad (Şervan Qamişlo) yên ku li Rojava şehîd ketibûn, li bajarê Herne yê Elmanyayê çalakiyeke bi bîr anînê hat lidarxistin.
Ji bo Xurşîd Mehmûd (Diyar Qamişlo) û Rizgar Fuad (Şervan Qamişlo) yên ku li Rojava şehîd ketibûn, li bajarê Herne yê Elmanyayê çalakiyeke bi bîr anînê hat lidarxistin.
Ji bo Xurşîd Mehmûd (Diyar Qamişlo) û Rizgar Fuad (Şervan Qamişlo) yên ku di 26’ê Rêbendanê de li navçeya Çelebiyê ya Kobanê, di êrîşên çeteyên DAÎŞ-HTŞ’ê û çeteyên di bin kontrola dewleta Tirk de şehîd ketibûn, li bajarê Herne yê Elmanyayê merasîmeke bibîranîn û sersaxiyê hat lidarxistin. Li qada ku merasîm lê hat lidarxistin, alên YPG û YPJ’ê hatin daliqandin. Merasîma bibîranînê bi deqeyek rêzgirtin û xwendina marşa Ey Raqîp dest pê kir.
Di dema ku li ser navê malbatên şehîdan axaftin hatin kirin, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Menderes Sever axaftinek kir. Sever got: “Berdêlên herî giran ên têkoşîna azadiya Kurdistanê şehîd dan. Bi nirxên ku bi hezaran lehengên di vê têkoşînê de şehîd bûne afirandine, têkoşîna mafdar a Kurdan gihîştiye van rojan.” Piştî Sever, hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Essenê û Berdevka Kongra Star a Elmanyayê Fatma Tahir jî axaftinek kirin.
Fatma Tahir diyar kir ku ji destpêka Şoreşa Rojava ve bedelên mezin hatine dayîn û got: “Di Şoreşa Rojava de gelek hevalan bi şehadeta xwe nirxên dîrokî afirandin. Ev heval, kesên ku 15 sal in di nav şoreşê de bûn. Lehengên me ne yên ku ev nirxên dîrokî afirandin û bedena xwe kirin mertal. Em wek Kongra Star soz didin ku em ê xwedî li van nirxan derkevin û nirxên ku şehîdên me afirandine heta dilopa dawî ya xwîna xwe biparêzin.” Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser jiyana şehîdan hat nîşandan.
Merasîma bi bîr anînê bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.