Li Parlamentoya Danîmarkayê resepsiyona Newrozê hat lidarxistin
Gelek siyasetmedarên Kurd,Danîmarkî û mêvan beşdarî resepsiyona Newrozê bûn û bal kişandin ser girîngiya parastina mafên bingehîn ên gelê kurd û hevgirtina navneteweyî.
Gelek siyasetmedarên Kurd,Danîmarkî û mêvan beşdarî resepsiyona Newrozê bûn û bal kişandin ser girîngiya parastina mafên bingehîn ên gelê kurd û hevgirtina navneteweyî.
Li Christiansborg a ku Parlamentoya Danîmarkayê lê ye bi boneya Newrozê resepsiyonek hat lidarxistin. Resepsiyon ji hêla Foruma Kurdisk, Enhedslisten, Partiya Gel a Sosyalîst û rêxistinên civaka sivîl ve hat lidarxistin.
Gelek siyasetmedarên Kurd, Danîmarkî û mêvan beşdarî resepsiyonê bûn. Di axaftinan de li ser wateya Newrozê, têkoşîna gelê Kurd a ji bo mafan û peyamên hevgirtina navneteweyî rawstiyan.
Resepsiyon bi axaftian vekirinê ya Villo Sigurdsson dest pê kir. Sigurdsson Newroza beşdaran pîroz kir û girîngiya dîrokî û siyasî ya cejnê ji bo gelê Kurd anî ziman. Sigurdsson hewlên Foruma Kurdisk ji bo nêrînên siyasî yên cûda bîne gel hev vegot.
METTE HOLM: MAFÊ KURDAN HEYE KU BÊN NASKIRIN
Rojnamevan û nivîskara Danîmarkî Mette Holm di axaftina xwe de diyar kir ku mafê Kurdan heye ku bên naskirin. Mette Holm anî ziman ku divê bikaribin bi azadî zimanê xwe bi kar bînin û mafên wan ên bingehîn bên parastin.
SØREN SØNDERGAARD: DIVÊ PIŞTGIRIYÊ NEDIN REJÎMÊN ZORDAR
Parlamenterê Enhedslisten Søren Søndergaard polîtîkayên welatên Rojavayî rexne kir. Søndergaard bal kişand ser zilm û zordariya li ser kêmneteweyan li Sûriyeyê û got ku divê piştgiriya aborî di ber çavan de bûn derbaskirin. Søndergaard bal kişand ser gotinên Nûnerê Taybet ê DYE’yê yê Sûriyeyê Tom Barrack û axaftina Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî "Em ne leşkerên bi pere ne, em şervanên azadiyê ne" bi bîr xist. Ev gotin di salonê de bi çepikan hatin pêşwazîkirin.
Søndergaard anî ziman ku Kurd bi saya xwepêşandanên kolanan û yekîtiya xwe li hember zilmê li ber xwe dan.
CEYLAN AKÇA CUPOLO: KURD JI BO HER KESÎ DEMOKRASIYÊ DIXWAZIN
Parlamentera DEM Partiyê Ceylan Akça Cupolo diyar kir ku mafên demokratîk jiyana hevbeş xurt dikin. Cupolo Rojava wekî mînak nîşan da û anî ziman ku li Îranê daxwaza komareke demokratîk xurt e û diyar kir ku Kurd ne tenê ji bo mafên xwe, di heman demê de ji bo civaka demokratîk têdikoşin.
Piştî axaftinan, beşdarên resepsiyonê bi xwarinên Kurdî sohbet kirin. Bername bi stranên Koma Kurdistan bi dawî bû.