Kedkarê çapemeniya azad Osman Kiliç jiyana xwe ji dest da
Dîrektorê ANF'ê Osman Kiliç ku demeke dirêj tedawiya kanserê didît, li bajarê Tiel ê Hollandayê şehîd bû.
Dîrektorê ANF'ê Osman Kiliç ku demeke dirêj tedawiya kanserê didît, li bajarê Tiel ê Hollandayê şehîd bû.
Kedkarê çapemeniya azad, dîrektorê ajansa me Osman Kiliç li bajarê Tiel ê Hollandayê jiyana xwe ji dest da.
Dîrektorê ajansa me ANF'ê Osman Kiliç ku ji salên 1990'î û vir ve di nava karên çapemeniya azad de bû, îro li bajarê Tiel ê Hollandayê şehîd bû. Kiliç zêdeyî du sal bû ku ji ber kansera pişikê tedawî didît.
Osman Kiliç ku sala 1968'an li nava malbateke welatparêz a Misricê ji dayik bû, di temenê ciwantiya xwe de neçar ma ku koçî Hollandayê bike. Kiliç li Ewropayê têkilî bi derdorên welatparêz re danî û li vê derê tevlî kar bû. Di nava salên 1990'î de beşdarî karên Çapemeniya Azad bû. Kiliç li her qada karên çapemeniyê kedeke mezin da û li saziyên dîrokî Med TV, Medya TV di asta damezrandin û rêveberiyê de cih girt. Kiliç wezîfeya dîrektoriya ajansa me jî kiribû.
Kiliç ku ji Sibata 2024'an û vir ve ji ber pirsgirêkên giran ên tenduristiyê tedawî didît, di heman demê de karê xwe jî dewam dikir.
Ji ber rewşa wî giran bû rakirin nexweşxaneyeke li bajarê Tielê û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Hate ragihandin ku têkildarî bernameya cenazeyê ya şehîdê çapemeniya azad Osman Kiliç wê piştre daxuyanî bê dayin.