BI DÎMEN

Li Brukselê 8'ê Adarê bi coş hate pîroz kirin

Li Brukselê bi boneya salvegera 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê îsal jî weke her sal bi beşdariya deh hezaran kesî pîrozbahî hate lidarxistin.

Li bajarê Bruksel ê Belçîkayê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîrozbahî hate lidarxistin. Jin û çalakvanên ji her çar aliyên cîhanê, ji her çandê û ji her neteweyî her kes bi deng û rengê xwe beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Beşdarvanan ji danê beriya nîvro li meydanda navendî ya paytext Brkselê kom bûn, her wiha jinên Kurd ji bi al, deng û rengê xwe hebûna xwe diyar kirin. Her wiha di derbarê berxwedan û tekoşîna jinên Kurd yên ji her çar aliyên Kurdistanê de belavok hatin belavkirin.

Danê piştî nîvro seet 15:00'an meşa ji bo 8'ê Adarê destpêkir, meşa ku li ser her sal destpêkir, li nava bajêr dîsan vegeriyan qada çalakiyê. Piştî vegerê pîrozbahiyê heya bi ferengiya rojê bi aktîvîte û çalakiyên cihêreng domand.

Jinên Kurd jî ku bi reng, deng û sembolên xwe yên netewî beşdariya pîrozbahiyê bûn. Di tevahiya meşê de carna bi mûzîkên Kurdî, carna jî bi dirûşmeyên "Jin Jiyan Azadî" dengê xwe beşdarî çalakiyê kirin û bal kişandin ser cihêrengiya xwe. Her wiha stranbêja Kurd Besê Kaya jî bi gîtar û stranên xwe derket ser dikê û her wiha peyama TJK-E Belçîka ji hate xwendin.