EWROPA
Hemû Nûçe
-
Şandeya Kurd li Parlamentoya Awûstralyayê bi partiyan re civiyan
Şandeya bi pêşengiya Federasyona Civakên Demokratîk ên Kurd ên Awûstralyayê (FDKS-A) du rojan bi partiyên siyasî yên li Parlamentoya Awûstralyayê re civiyan. Di civînê li ser êrîşên li dijî Rojava, krîza mirovî û gefa DAÎŞ’ê sekinîn. -
Komîna Jinan a Zînê li Strasbourgê standa agahdarkirinê vekir
Komîna Jinan a Zînê, li qada Place Kléber a ku navenda Strasbourgê ye standek vekir û bal kişand ser rewşa dawî ya li Rojava. -
Li Essenê meşa piştevaniya bi Rojava re: Ji Rojava re statu
Kurdistanî û dostên wan li bajarê Essen ê Elmanyayê, ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava û daxwaza naskirina statuya siyasî ya herêmê meşekî girseyî lidarxistin. -
Li Barcelona ji bo piştgiriya Rojava stranek şoreşgerî
Li paytexta Katalonya Barcelonayê Jinan ji bo piştgiriya berxwedana Rojava stranek şoreşgerî çêkirin û peşkeş kirin. -
Li Cenevreyê ciwan û enternasyonalîstan banga beşdarbûnê meşa 7’ê Sibatê kirin
Di nav wan de ciwanên enternasyonalîst jî hebûn bang li hemû gelên Cenevreyê kirin ku beşdarî meşa 7’ê Sibatê roja Şemiyê li Qada Plainpalaisê bê lidarxistin bibin. -
Karlsruhe xwe ji meşa Rojava re amade dike
Li bajarê Karlsruhe yê Elmanyayê wê 7’ê Sibatê roja Şemiyê bi armanca protestokirina êrîşên li ser Rojava û naskirina statuya navneteweyî ya Rojava meşeke mezin were lidarxistin. -
Kurd ji bo Rojava li Canberrayê li hev civiyan
Li dijî êrişên li ser gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê, li ber parlamenta li bajarê Canberra yê Awûstralyayê çalakiya şermezarkirinê hate lidarxistin. -
Çalakiyên piştevaniya bi Rojava re dewam dikin
Kurdistanî û dostên wan li bajarê Montpellier ê Fransayê û bajarên Lahr, Kassel û Darmstadt ên Elmanyayê ji bo piştevaniya bi Rojava re li hev civiyan û li dijî dorpêç û astengiyan daxwaza korîdora mirovî kirin. -
Kurdistaniyên li Dusseldorf û Bochumê ji bo Rojava daketin kolanan
Kurdistanî û dostên wan ên li eyaleta NRW’ê ya Elmanyayê li bajarên Dusseldorf û Bochumê meş û çalakî li dar xistin û daxwaza statuya Rojava kirin. -
Li Rotterdamê ji bo Rojava kampanyaya, “nameyek û dengek” hate destpêkirin
Bi pêşengiya Meclîsa Gel a Rotterdamê kampanyaya nameyan ku îşaret bi êrîşên li ser Rojava dike û daxwaza parastina mafên gelê Kurd dike, ji bo şandina Qralê Hollandayê, hate destpêkirin. -
Li Grazê mitînga ‘Rojava biparêze’ hat lidarxistin
Li bajarê Graz ê Awistiralyayê, ji bo balê bikşînin ser êrîşên li ser Rojava mitîngek hate lidarxistin. Di mitîngê de banga naskirina statuyê û piştgirîkirina berxwedanê hat kirin. -
Li Arnsbergê komploya li ser Rojava hate protestokirin
Bi sedan kes tevlî meşa ku li bajarokê Arnsberg ê herêma Sauerlandê hate lidarxistin bûn. Di çalakiyê de komployên li ser Rojava û gelê Kurd hatin protestokirin û bi dirûşmeyên bi coş peyamên piştevaniyê hatin dayîn. -
Kurdan li ber Parlamentoya Brîtanyayê dengê xwe bilind kirin: Statuya Rojava nas bikin
Kurdistaniyên li Londonê ber Parlamentoya Brîtanyayê kom bûn, êrîşên li ser Rojava protesto kirin û bang li Brîtanyayê kirin ku statuya siyasî ya Rojava nas bike. -
Ji bo meşa Cenevreyê ya 7’ê Sibatê bang hat kirin
Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê, wê di 7’ê Sibatê de bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re Azadî- ji Kurdistanê re Statu” li Qada Plainpalais heta avahiya Neteweyên Yekbûyî meşekî girseyî were lidarxistin. Jinan banga tevlîbûna meşê kirin. -
Çalakiya Cenevreyê: Azadiya Rêber Apo azadiya Rojava ye
Çalakiya vê hefteyê ya ku ji aliyê Kurd û dostên wan ve bi dirûşmeya "Azadiya Rêber Apo azadiya Rojava ye" hat lidarxistin, bang li saziyên navneteweyî kir ku bi lezgînî berpirsiyariya krîza mirovî ya li Rojava bigirin ser xwe. -
TCŞ û YJK-E’yê li Frankfurtê standa agahdarkirinê danîn
Endamên TCŞ û YJK-E’yê, li Hauptwache ku cihê herî qelebalix ê Frankfurtê ye standa agahdarkirinê danîn. Di çalakiyê de bal kişandin ser êrîşên li ser Şoreşa Rojava û banga piştevaniyê bi gelê Kurd re kirin. -
Li Viyanayê li pêşiya NY’ê protestoya Rojava
Li paytexta Awistiralya Viyanayê, bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Avesta li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî çalakiya protestoyî hat lidarxistin û êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin. Di çalakiyê de bertek nîşanî êrîşan dan. -
Li Den Haagê ji bo zarokên ku li Rojava hatine qetilkirin protestoya bêdengiyê
Bi pêşengiya YJK-H’ê ji bo zarokên ku ji aliyê çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê ve li Rojava hatine qetilkirin li ber Dadgeha Navneteweyî ya Edaletê ya Den Haagê protestoya bêdeng hat lidarxistin. -
Partiya Kesk a Awûstralyayê pêşnûmeya Kobanê pêşkêşî parlamentoyê kir
Parlamentera Partiya Kesk a Awûstralyayê Abigail Boyd derbarê êrîşên li dijî Kurdên li Rojava, sûcên li dijî mirovahiyê yên hatine kirin û dorpêçkirina Kobanê de pêşnûme pêşkêşî Parlamentoya Eyaleta Galler a Başûrê Nû kir. -
Li Lûzernê siyasetmedarê Kurd Alî Toren ê li sirgûnê wefat kir, hate bîranîn
Siyasetmedarê Kurd Alî Toren ê ku birayê Botan Tekîn ê HPG’î (Mehmet Toren), bavê 2 gerîlayan û şehîdekî, 29’ê Çileyê li Kantona Lûzern ê Swîsreyê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Toren li warê wî hate veşartin. -
Li Edinburghê şehîdên Rojava di şexsê Ehmed Hêmin de hatin bibîranîn
Kesên ku di êrîşên çeteyên HTŞ-DAÎŞ û girêdayî dewleta Tirk de li ser Heleb û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şehîd bûne hatin bibîranîn; li bajarê Edinburghê yê Skotlandê merasîmek hat lidarxistin. -
Li Basel, Duisburg û Parîsê çalakiyên piştgiriyê ji bo sosyalîstan
Li Parîs, Basel û Duisburgê çalakiyên protestoyê li dijî operasyonên binçavkirinê yên li ser sosyalîstan li Tirkiyeyê hatin lidarxistin. Di daxuyaniyan de hate gotin ku armanc bêdengkirina civakê ye û wê sosyalîst tu carî serê xwe natewînin. -
Li Toulouse civîna piştgiriya Rojava: Em ê bi hev re destkeftiyên şoreşê biparêzin
Di civînê de hate gotin ku riya parastina Şoreşa Rojava tenê ji rêya seferberiyeke xurt a navnetewî derbas dibe û bang li hemû hêzên antî-otorîter, femînîst û kedkaran hate kirin ku tevlî çalakiyan bibin. -
Ji enternasyonalîstan li 15 welatan 51 çalakiyên piştevaniyê
Li gelek welatên ku ji Amerîkaya Latînî heta Ewropayê, ciwan û jin li dijî êrişên li ser Rojava daketin qadan. Di dema ku peyamên piştevaniyê ji bo YPJ û berxwedana gelê Kurd dihatin dayîn, pîşesaziya çekan û sûcdariya dewletan hatin protesto kirin. -
Li Baselê çalakiya piştevaniya bi Rojava re: Em ê li malên xwe nerûnin
Kurdistanî û dostên wan ên li Claraplatza bajarê Basel ê Swîsreyê li hev civiyan, ragihandin ku ew ê li dijî gefên li ser Rojava çalakiyên xwe bidomînin.