Li bajarê Essen ê Elmanyayê, bi minasebeta 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê panelek hat lidarxistin. Çalakî bi organîzasyona hevpar a Platforma Zimanê Kurdî ya Ewropayê (PZK-E), Enstîtuya Kurdî ya Elmanyayê, Yekmal (Yekîtiya Malbatên Kurdistanî) û Meclîsa Gel a Essenê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi beşdariyeke zêde pêk hat.
Panel bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Axaftina vekirinê ji aliyê Berdevkê Serdema Ewropayê yê PZK-E’yê Lezgîn Botan ve hat kirin. Botan bal kişand ser paşxaneya dîrokî ya 21ê Sibatê û destnîşan kir ku zimanê dayikê nasname û bingeha hebûna gelekî ye. Botan anî ziman ku zextên li ser ziman dibin sedema hilweşîna çandî û bal kişand ser girîngiya parastina mafê zimanê dayikê di asta navneteweyî de.
Endamê PZK-E’yê Perwerdekar Melîk Aykoç jî li ser kûrahiya dîrokî û dewlemendiya zimanê kurdî pêşkêşiyek kir. Aykoç diyar kir ku li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê divê hişmendiya civakî were xurtkirin û girîngiya xebatên akademîk û çandî yên ji bo parastina zimanê kurdî destnîşan kir.
Nûnerê YEKMAL’ê Metin Dursun jî di panelê de axivî û behsa astengiyên zimanî yên ku malbat û zarokên kurd ên li Elmanyayê dijîn kir. Dursun bal kişand ser girîngiya pedagojîk a perwerdeya bi zimanê dayikê, derbarê projeyên YEKMAL’ê yên di vê qadê de agahî dan û bal kişand ser berpirsyariya dê û bavan a hînkirina zimanê dayikê ji bo zarokên wan.
Panel piştî beşa pirs û bersivan bi dawî bû.