BI DÎMEN

Mezzaluna Rossa Kurdistan Italia bi rayedarên Toscanayê re civiya

Nûnerên Mezzaluna Rossa Kurdistan Italia di 18’ê Sibatê de bi Cîgira Serokê Herêma Toscanayê Mia Diop re civiyan. DI civînê de bal kişandin ser krîza mirovî ya li Rojava û bang li saziyên herêmî kirin ku bi lez mudaxele bikin.

Nûnerên Mezzaluna Rossa Kurdistan Italia ETS a ku rêxistineke alîkariya mirovî û civaka sivîl a Îtalyayê ye, bi Cîgira Serokê Herêma Toscanayê Mia Diop re civiyan. Serokê Mezzaluna Rossa Kurdistan Italia Alîcan Yildiz û endamê civaka Kurd a li Toscanayê Erdal Karabey jî beşdarî civînê bûn.

Di civînê de du raporên girîng “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sûcên Şer” a ku ji hêla Akademiya Jineolojiyê ve hatî amadekirin û “Nifûsa gelê Kurd a di Bin Êrîşê de - Rojava / Bakurê Sûriyeyê - Çileya 2026" a ku ji hêla Heyva Sor a Kurd ve hatî amadekirin, hatin pêşkêş kirin.

Raporên ku êrîşên li ser taxên Kurdan ên li Helebê, dorpêçkirina Kobanê û bandorên mirovî û civakî-medîkal li ser nifûsa sivîl li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine belgekirin, destnîşan kirin ku ji destpêka salê ve dibistan girtî ne, bi sed hezaran koçber di avahiyên dibistanan de dimînin û mafê zarokan ê perwerdehiyê bi awayekî cîdî asteng dikin.

Di civînê de bang li saziyên herêmî hat kirin ku zexta siyasî bikin da ku tavilê korîdorên mirovî vekin û gihîştina lênihêrîna tibbî, dermanên bingehîn, xwarin û pêdiviyên ji bo sivîl misoger bikin. Her wiha gefa çekdarên DAÎŞ’ê û malbatên wan ên ku di êrîşên dawî de hatin berdan hat nîqaşkirin; ev rewş ji bo aramiya herêmî û ewlehiya navneteweyî wekî xetereyek cidî hat destnîşankirin.