Li Berlînê semînera ‘Ber bi Sosyolojiya Azadiyê ve’ hate lidarxistin.

Li Zanîngeha Humboldt a Berlînê semînera bi sernavê “Ber bi Sosyolojiya Azadiyê ve” hate lidarxistin. Di semînerê de têgeha Modernîteya Demokratîk, ramanên Rêber Apo û modela civakî ya li Rojava bi beşdariya akademîsyenan hatin nîqaşkirin.

Ji aliyê Akademiya Zanistên Civakî ve li salona semînerê ya Lichthof Ost a Zanîngeha Humboldt a Berlînê, ji bo akademîsyenan semînerek hate organîzekirin.

Di destpêka semînera bi sernavê “Ber bi Sosyolojiya Azadiyê ve” (Towards a Sociology of Freedom) de, ji aliyê endamên damezrîner ên Akademiya Zanistên Civakî ve prezantasyoneke danasînê hate kirin.

Di semînerê de ev navên jêrîn wekî axaftvan cih girtin:

Dr. Mechthild Exo: Lêkolînerê aştiyê û çalakvan. Li Hochschule Emden/Leerê di warên geşepêdana navneteweyî, li dijî cudakariyê û zayenda civakî de wekî mamoste kar dike.

Dr. Nik Mathou: Lêkolîner û çalakvan. Li University of Edinburghê li ser dîroka gerdûnî û Marksîzmê dersan dide û lêkolînan dimeşîne.

Dr. Amber Huff: Antropolog û ekolojîstê siyasî. Di bin banê Institute of Development Studies (IDS) de xebatên xwe berdewam dike.

Moderatoriya semînerê ji aliyê antropologa civakî Prof. Dr. Alice von Bieberstein ve hat kirin ku li Zanîngeha Humboldt a Berlînê profesor e.

Di çarçoveya çalakiyê de têgeha “Modernîteya Demokratîk” hate nirxandin. Her wiha ramanên Rêber Apo, geşedanên rojane yên têkildarî Rojava, avahiya civakî ya herêmê û modela sosyo-ekonomîk hatin nîqaşkirin. Hat destnîşankirin ku ji bo pêşketina akademiyê û ji bo ku perspektîfa Modernîteya Demokratîk di qada civakî de bêtir bersivê bibîne, divê akademîsyen di vê qadê de roleke çalaktir bigirin ser milên xwe.

Bername, piştî pirsên beşdaran û nîqaşên hatî kirin, bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.