BI DÎMEN

Şehîdên Rojava li Lozanê hatin bibîranîn

Li bajarê Lozan ê Swîsreyê ji bo şehîdên Rojava bîranîn hate lidarxistin. Di bîranînê de êrîşên li ser Rojava hatin şermezarkirin û peyama berxwedan û piştevaniyê derket pêş.

Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lozanê (NCKD) çalakiya bîranînê ji bo şehîdên Rojava hate lidarxistin.

Ewil li ser navê Komaleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Îbrahîm Yuksel beşdaran silav kir û bilêv kir ku êrîşên li ser Rojava ji aliyê dewletên dagirker ve tê meşandin.

Yuksel diyar kir ku gelê Kurd li dijî van êrîşan gav paşde neavêje û wiha got, “Ruhê duyemîn ê Kobanê nîşanî tevahiya cîhanê da ku gelê me di her qadê de xwedî li Rojava derketiye.”

Yukel gotina, “Rojava xeta min a sor e” ya Rêber Apo bi bîr xist û destnîşan kir ku gelê Kurd berxwedana xwe belavî her qadê kiriye.

Piştre, Hevserokê NCKD’ê ya Lozanê Musa Îtah jî di şexsê şehîdên Rojava de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîr anî.

Îtah wiha got, “Ev şehîd nîşanî me dan ku gelê Kurd rûmet û azadiya xwe li serê her tiştî digre. Têkoşîna ku ji bo azadiya Kurdistanê tê dayîn, xeta bingehîn a gelê me ye.”

Îtah diyar kir ku Kurdên diasporayê li dijî êrîşên li ser Rojava timî li qadan bûn, xwedî li îrade û welatê xwe derketin û ev hêz û moralê da şoreşa Rojava. Îtah bilêv kir ku têkîliyên dîplomatîk ên ku hatin pêşxistin û berxwedana heyî li raya giştî ya cîhanê deng veda.

Piştî Îtah, xizmê şehîdê ji Rojava Suad Aewal mafê axaftinê girt. Aewal di serî de şehîdên Rojava hemû şehîdan bi rêzdarî û hezkirin bi bîr anî û got ku di vê pêvajoyê de 3 nasên xwe winda kiriye.

Suad Aewal diyar kir ku gelê Rojava bi hêvî û bibiryar e û anî ziman ku çalakî û piştevaniyên li Ewropayê moralê dide şervan û gelê li Rojava. Aewal wiha got, “Em gelê Kurd, heta ku Rojava bigihije statuya xwe wê derê biparêzin.”

Piştî axaftinan, sînevîzyona li ser şehîdên Rojava hate temaşekirin. Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.