Li Stuttgartê standa agahdarkirinê ya ji bo Rojava di hefteya 8’an de ye
Xebatên agahdarkirinê ku bi dirûşmeya, “Ji Rojava re statu, ji Rêber Apo re azadî” dewam dikin, di hefteya 8’an de ye.
Xebatên agahdarkirinê ku bi dirûşmeya, “Ji Rojava re statu, ji Rêber Apo re azadî” dewam dikin, di hefteya 8’an de ye.
Standa agahdarkirinê ku li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê hatiye danîn, di hefteya 8’an de dewam kir. Gelê bajêr eleqe nîşanî standên ku “Ji Rojava re statu, ji Rêber Apo re azadî” dewam dikin dan.
Gelek kes serdana standa ku bi hevkariya Navenda Çanda Kurd a Demokratîk û Komîteya Piştevaniya bi Rojava re dewam dike, kirin û derbarê geşedanên li Roajva û pêvajoyên siyasî yên gengaz agahî girtin. Her wiha pirsîn ku bê ka çawa dikarin piştevaniyê li hemberî dorpêça li Kobanê dewam dike bikin û bi kijan rêyan alîkariyê bikin.
Organîzatoran destnîşankirin ku heta ku dorpêça li ser Kobanê were rakirin, wê çalakî û xebatên agahdarkirinê bi biryardarî dewam bikin.