'Bêdengiya Ewropayê nayê qebûlkirin
Alîkara Şaredarê Strasbourgê Hulliya Turan û Parlamentera Partiya Ekolojî û Keskan a Fransayê Sandra Regol bêdengiya saziyên Ewropayê ya li pêşberî tecrîda li ser Rêber Apo û êrişên li ser Rojava rexne kir.
Alîkara Şaredarê Strasbourgê Hulliya Turan û Parlamentera Partiya Ekolojî û Keskan a Fransayê Sandra Regol bêdengiya saziyên Ewropayê ya li pêşberî tecrîda li ser Rêber Apo û êrişên li ser Rojava rexne kir.
Bi hezaran kes li bajarê Strasbourg ê Fransayê tecrîda li ser Rêber Apo protesto kirin. Cîgira Şaredara Strasbourgê û endama Partiya Komunîst a Fransayê Hulliya Turan û Parlamentera Partiya Ekolojî û Keskan a Fransayê Sandra Regol ku beşdarî mîtîngê bûn ji ANF'ê re axivîn.
Hulliya Turan bal kişand ser rewşa Rêber Apo ku 27 sal in li Tirkiyeyê di tecrîdê de ye û diyar kir ku tevî ku Tirkiye alîgirê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye jî, qanûna navneteweyî binpê dike û got, "Em li vir in, li yek ji paytextên Ewropayê. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê li vir e. Tê zanîn ku Abdullah Ocalan girtî ye, êşkence lê hatiye kirin û bi tevahî di tecrîdê de ye. Tevî vê yekê jî, bêdengî serdest e. Ev nayê bawerkirin.”
‘BÊÇALAKIYA DADGEHA MAFÊN MIROV A EWROPAYÊ ŞERMEZAR DIKIM’
Hulliya Turan anî ziman ku Rêber Apo ji bo gelê Kurd sembol e û destnîşan kir ku wekî rayedarek hilbijartî û komunîst ew vê rewşê şermezar dike. Hulliya Turan rexneyên xwe tenê bi Tirkiyeyê ve sînordar nekir, saziyên Ewropayê jî berpirsiyar dît û wiha berdewam kir: "Ez bêdengî û bêçalakiya saziyên Ewropayê, bi taybetî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê şermezar dikim. Ev dadgeh ji bo çareserkirina vê rewşê bi qasî tê xwestin hewl nade.”
‘YÊN KU LI DIJÎ DAÎŞ'Ê LI BER XWE DAN GELÊ KURD Û BI TAYBETÎ JINÊN KURD BÛN’
Hulliya Turan têkoşîna gelê Kurd a li dijî DAÎŞ'ê bi bîr xist û destnîşan kir ku jinên Kurd di berxwedanê de roleke pêşeng lîstine û wiha pê de çû: “Di serdema ku DAÎŞ di serî de Kurdan, Êzidiyan û gelan qetil dikir, yên li hemberî wan pêşî şer kir gelê Kurd, bi taybetî jinên Kurd bûn. Vê berxwedanê girêdana gelê Kurd a bi azadî, demokrasî û mafên jinan re nîşan da.”
Turan diyar kir ku Rojava li ser bingeha rizgariya jinan hatiye avakirin û got ku ev ezmûn li Rojhilata Navîn modelek demokratîk a cuda pêşkêş dike.
‘ÊRÎŞA LI SER ROJAVA ÊRÎŞA LI SER PROJEYA DEMOKRATÎK Û PIR-ETNÎKÎ YE
Hulliya Turan anî ziman ku êrîşên li ser Rojava ne tenê mijarek leşkerî ne û diyar kir ku ev êrîşa li ser projeya civakî ya alternatîf e û got, “Êrîşa li ser Rojava ne tenê êrîşek li ser herêmekê ye; ew êrîşek li ser projeya demokratîk e ku li ser piretnîsîte, rêzgirtina ji bo olên cûda û berî her tiştî, wekheviya zayendî hatiye avakirin."
Hulliya Turan bêdengiya hêzên mezin û hikûmetên Ewropayê rexne kir û diyar kir ku careke din mirov ji bo berjewendiyên emperyal têne qurbanîkirin. Hulliya Turan bal kişand ser têkiliyên hin aktorên li Sûriyeyê bi derdorên ku di demên berê de piştgirî dane DAÎŞ’ê û got ku Ewropa û DYE di vê mijarê de bi awayekî durû tevdigerin.
Hulliya Turan ezmûna Rojava wekî mînakek berxwedana bi rûmet û demokrasiya pêşketî ya li Rojhilata Navîn nirxand û wiha bi dawî kir: “Tiştê ku li Rojava qewimî nîşan da ku gel dikare li hember komkujî û êrîşên çekdarî bi rûmet û serbilind bimîne. Ev mînakek demokrasiya pêşketîtir a li Rojhilata Navîn e."
FRANSA ALÎKARIYA GELÊ KURD NAKE, EV DURÛTIYEKE MEZIN E
Dema ku li ser mazûvantiya Strasbourgê ya ji bo saziyên wekî Konseya Ewropayê, Parlamentoya Ewropayê û CPT’yê û tecrîda li ser Rêber Apo hate pirsîn, Parlamentera Partiya Ekolojî û Keskan a Fransayê Sandra Regol bal kişand ser helwesta Fransayê. Gotinên Regol bal kişand ser nakokiya navbera gotinên Ewropayê yên "ewlehiyê" û nêzîkatiya wan a pratîkî ya li hemberî gelê Kurd: “Ez dixwazim bibêjim ku divê Fransa alîkariyê bike. Ji ber ku gelek sal derbas bûn û Fransa her tim dibêje têkoşîna li dijî terorîzmê pir girîng e, lê qet alîkariya gelê Kurd nake ku wan li dijî DAIŞ û hemû rêxistinên din ên terorîst şer kir. Ev durûtiyeke mezin e.”
Regol, derbarê êrîşên li ser Rojava yên ku ji 6’ê Çileyê û vir ve berdewam dikin û daxuyaniya serokên Yekîtiya Ewropayê ya ku di heman rojê de serdana Şamê kirin û 620 mîlyon euro piştgirî ragihandin de wiha got: “Tiştekî nakin. Û ev pirsgirêkek mezin e. Ji ber ku heke tu dibêjî ez aştiyê dixwazim, divê tu ji bo vê yekê tiştekî bikî. Tenê dibêjin şerkirin girîng e, lê alîkariya mirovên ku bi rastî şer dikin nakin.”
Regol bal kişand ser ku Rojava li ser bingeha azadî û wekheviyê modelekî jiyanê pêşkêş dike û diyar kir ku Ewropa bi gotinên xwe yên aştî û azadiyê re li hev nake: “Heke tu dibêjî tu ji bo aştî û azadiyê şer dikî, divê tu piştgiriya Rojava bikî. Divê tu nehêlî ku ev hemû mirov û welat li dijî Rojava şer bikin.”
ÊDÎ HINCET NEMAN DIVÊ EWROPA BIKEVE NAV TEVGERÊ
Parlamenter Regol banga xwe ya ji bo Ewropayê bi gotinên eşkere anî ziman. Regol diyar kir ku gelê Kurd ji aliyê dîrokî ve têkoşîna xwe daye, lê îro pêdiviya wan bi piştgiriya navneteweyî zêde bûye: “Divê em hemû piştgirî bidin gelê Kurd. Gelê Kurd her tim mafên xwe parast. Lê îro ji ber hemû welatên ku li dijî wan şer dikin, pêdiviya wan bi me heye. Welatên Ewropayê divê li aliyê we bin. Lê em ne li wir in. Ev pirsgirêkek pir mezin e.”
Daxuyaniyên parlamentera Keskan a Fransayê Sandra Regol, piştî protestoyên li Strasbourgê bû sedema nîqaşkirina polîtîkayên Ewropayê yên li hemberî gelê Kurd. Regol diyar kir ku hinceta "têkoşîna çekdarî" ya ku berê ji bo tevgera Kurd dihate gotin êdî ne derbasdar e û bêçalakiya Ewropayê rexne kir: “Ji bo çend mehan e ku êdî gotina ‘şer dixwazin’ ne rast e. Ji bo ku mirov tiştekî neke tu sedem nîn e. Divê em bikevin nav tevgerê. Divê em alîkarî bikin. Wekî ku me ji bo gelê Ukraynayê kir, divê em alîkariya gele Kurd jî bikin.”