Li bajarê Lozan ê Swîsreyê, bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê çalakî hate lidarxistin. Çalakî li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lozanê hate lidarxistin û Hevseroka Enstituya Kurd a Swîsreyê Dilber Hêma, nivîskar Mursel Yildiz û şanoger Kemal Ulusoy tevlî bûn.
Çalakî bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre Hevseroka Enstituya Kurd a Swîsreyê Dilber Hêma axivî û bal kişand ser polîtîkayên dewletan ên ku li ser zimanê Kurdî dimeşînin. Dilber Hêma diyar kir ku hêzên ku tunekirina gelekî hedef digrin, ewilî zimanê wî gelî hedef digrin û bal kişand ser rola diyarker a ziman li ser têkoşîna nasname û hebûnê.
Dilber Hêma gotina, “Pêşî gelê Kurd hat naskirin, piştre Kurdî were naskirin” ya Rêber Apo bi bîr xist û îşaret bi girîngiya dîrokî ya têkoşîna statuyê ji bo zimanê Kurdî kir.
Hêma piştî axaftina xwe helbestekî kurt ya bi zimanê Kurdî xwend.
Piştre nivîskar Mursel Yildiz mafê axaftinê girt û axaftina xwe bi zaravayê Kirmanckî kir. Yildiz têkildarî zaravayên Kurdî nirxandinan kir û diyar kir ku hewl tê dayîn zarava ji hev bên qutkirin, lê Kurdî tevî zaravayên xwe yek e. Yildiz bal kişand ser dewlemendiya Kurdî û li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser ziman îşaret bi xwedîderketina civakî kir.
Di beşa dawî ya çalakiyê de şanoger Kemal Ulusoy derket ser dîkê. Ulusoy Roja Zimanê Dayiê ya Cîhanî pîroz kir û şanoya bi Kurdî pêşkêş kir.
Çalakî bi peyamên biryardariya parastin û pêşxistina Kurdî bi dawî bû.