BI DÎMEN

Li Winterthurê panela ‘Roja Zimanê Dayikê’ hate lidarxistin

Li bajarê Winterthurê yê Swîsreyê di çarçoveya “Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê” de panelek hate lidarxistin.

Bi alîkariya Enstîtuya Kurd a Swîsreyê û Navenda Civaka Kurd a Winterthurê di çarçoveya "Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê" de duh saet di 18.30'de li Navenda Civaka Kurd a Winterthurê panelek hat lidarxistin.

Bi beşdariya panelîst Mamoste Elî Şîmşek, Mamoste Hekîm Hitûty û Koma muzîkê ya Jalaho, panel destpê kir.

Di panelê de Mamoste Elî Şîmşek, bi giringî di axaftina xwe de li ser asîmilasyon û otoasîmilasyona li ser zimanê Kurdî sekinî û wiha got: "Di dema Îsmet Înonû da li Amedê li derdora çemê Dîcleyê erdê mala Cemîl Paşa hebûn. Îsmet Înonû wan erda dabû koçberên Bûlgarîstan û ji wan re gotibû hûn Kurdên derdorên xwe hînî zimanê Tirkî bikin. Piştê demekê car din ku ji bo teftîşê hatibû wir pirsîbû ku we ew elimandin Tirkî yan na. Koçberên Bûlgarîstanê jî wî bersivandibûn û gotibûn ku em elimîn zimanê Kurdî."

Panelîst Mamoste Hekîm jî di axaftina xwe de bal kişand ser xetereya li ser zimanê Kurdî ya li çar parçeyên Kurdistanê û wiha axivî: "Li Rojhilatê Kurdistanê zimanê Kurdî nebûye zimanê fermî, di medreseyan de hatiye bikaranîn. Qedexe li ser heye. Em dikarin bibêjin rewş wekî bakur û rojavayê Kurdistanê ye. Lê li Rojhilatê Kurdistanê rewşa ziman ne wekî bakur e, di nav malbatê de hemû Kurd bi zarokên xwe re bi kurdî diaxivin."

Panel piştî axaftinan bi pirs û bersivan berdewam kir.

Di dawiya panelê da koma muzîkê ya Jalaho bi stranên Kurdî beşdaran bi kêfxweşî û bi coş kir.

Panel bi muzîkê bi dawî bû.