Li Swêdê şehîdên Rojava hatin bîranîn
Li bajarê Vasteras ê Swêdê şervanên di berxwedana dawî ya li Rojava de şehîd bûn, hatin bîranîn.
Li bajarê Vasteras ê Swêdê şervanên di berxwedana dawî ya li Rojava de şehîd bûn, hatin bîranîn.
Bîranîn bi axaftina Hevserokê Meclîsa Gel a Gavle-Borlange Haydar Sîpan destpê kir û ji bo bîranîna şehîdan, deqeyek rêz hate girtin.
Bernameya bîranînê bi sînevîzyona derbarê jiyana şehîdan, dewam kir. Piştre Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal axivî.
Kartal bal kişand ser wate û girîngiya şehîdan û geşedanên li Rojava nirxand.
Kartal destnîşan kir ku Kurdan yekîtiya xwe ya neteweyî çêkirine û divê ev berxwedan bidome.
Hevserokê NÇDK Îskandînavya Battal Batte jî çîroka du xizmên xwe yên şehîd, xwend.
Ozan Comert jî derket ser dikê û stran gotin. Piştre Remzî Kartal gul û wêneyên şehîdan da malbatên şehîdan.