EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Vejle êrîşên li ser Rojava hatin şermezarkirin
Li bajarê Vejle yê Danîmarkayê Kurdan û dostên wan êrîşên li ser Rojava protesto kirin. -
Jeremy Corbyn: Em bi hev re Rojava biparêzin
Yek ji kesayetên girîng ên çep a Îngilistanê Jeremy Corbyn pêşnûmeya 'Rojava' pêşkêşî parlamentê kir û piştgiriyeke mezin wergirt. Jeremy Corbyn got, "Ji bo Rojava em bi hev re bixebitin û biparêzin." -
Li Malmo çalakiya ji bo Rojava: Em berxwedan û piştevaniyê mezin bikin
Li bajarê Malmo yê Swêdê ku bi rojan e ji bo Rojava çalakiyên piştgiriyê têne lidarxistin, êvara Şemiyê jî bi sedan Kurdistanî daketin qadan. -
Li Abya Yala ji bo berxwedana Rojava Çalakî
Di çarçoveya kampanyayên navnetewî yên piştgiriyê yên bi navê ‘RiseUp 4 Rojava’ û ‘Women Defend Rojava’ de ji bo piştgiriya berxwedana Rojava, li gelek deverên Abya Yalayê çalakiyên piştgiriyê didomin. -
Li Lûksembûrgê bi hezaran kes ji bo statûya Rojava meşiyan
Li Lûksembûrgê, gelê Kurd û dostên wî li Meydana Clairfontaine çalakiyeke girseyî lidar xistin. Di axaftinan de bang li naskirina statûya siyasî ya Rojava hate kirin. -
Li Torîno û Bresciayê ji bo Rojava çalakiyên piştgiriyê
Li Torîno û Brescia’yê Kurd û dostên wan, ji bo bal kişandina êrîşên li ser Rojava û ji bo xurtkirina piştgiriyê, çalakiyên girseyî pêk anîn. -
Li Den Haag’ê zêdetirî 10 hezar kes ji bo Rojava meşiyan
Li bajarê Den Haag’ê yê Hollandayê, bi hezaran Kurdistanî û dostên wan, êrîşên HTŞ-DAÎŞ û çeteyên di bin kontrola dewleta Tirk de li ser Rojavayê Kurdistanê protesto kirin û bang li civaka navneteweyî kirin. -
Li 8 bajarên Swêdê çalakî: Bila destkeftiyên Kurdan bi garantiya destûrî werin parastin
Li gelek bajarên Swêdê, Kurdistanî û dostên wan êrîşên li ser Rojava protesto kirin û bang kirin ku Rêveberiya Xweser di astên destûrî, neteweyî û navneteweyî de bibe xwedî garantî. -
Li Hannoverê dema meş didomiya, polîsan êrîş birin ser avahiya YKM’ê
Li Almanyayê dema meşa girseyî yê gelê Kurd didomiya, êrîşê polîsan li ser avahiya Yekîtiya Komînên Mezopotamyayê (YKM), bi desteserkirina malzemeyên şanoyê re bû sedema nerazîbûnê. -
Li Brukselê Kurdistanî ji bo piştevaniya Rojava li qadan bûn
Kurdistanî û dostên wan ên ku li navenda Brukselê li hev civiyan û ber bi saziyên Yekîtiya Ewropayê ve meşiyan, daxwaza naskirina statuya Rojava kirin û ambargoya li ser Kobanê protestokirin. -
Li Fransayê meşa bi hezaran kesî ya ji bo Rojava berdewam dike
Di meşên ku li bajarên Brest, Nantes, Rennes û Mulhouse’ê hatin lidarxistin de, Kurdan û dostên wan destnîşan kirin ku ew ê ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava têkoşîna xwe bidomînin. -
Li London û Brightonê bi hezaran kes ji bo Rojava meşiyan: Em ê Rojava biparêzin!
Li Londonê bi hezaran Kurdistanî bi dirûşmeya, ‘Defend Rojava’ hatin ba hev û ev peyam dan, “Em ê li ber xwe bidin. Rojavayê, Kurdistanê azad bikin.” Li Brightonê jî bang li Îngilîstanê hate kirin ku li dijî bermahiyên DAÎŞ’ê bikeve tevgerê. -
Bi hezaran kes li Atînayê meşiyan: Bila statuya Rojava were naskirin
Kurdistanî û dostên wan, li paytext Atînayê, ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava meşiyan. Di çalakiyê de DYA û YE’yê ku piştgiriya rejîma Colanî dikin, hatin şermezarkirin û banga naskirina statuya Rêveberiya Xweser a Rojava hate kirin. -
Li Barcelona ji bo Rojava çalakî
Li paytexta Katalonya Barcelonayê ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê panelek agahdarkirinê hat pêkanîn. -
Li Elmanyayê Kurd û dostên wan bi daxwaza ‘Statu ji bo Rojava” daketin qadan
Li Elmanyayê, Kurdistanî û dostên wan ên ku bi rojan in li dijî êrîşên li ser Rojava di nava çalakiyan de ne, îro jî daketin qadan û gotin, “Ne agirbesta demkî, statuya mayînde” û diyarkirin ku ew ê têkoşîna xwe heta azadiya Rojava bidomînin. -
Bi hezaran kes li Parîsê ji bo Rojava meşiyan. Em di nobeta parastinê de ne
Kurdistanî û dostên wan, li dijî gefên li ser Rojava, di çalakiya li Parîsê hat lidarxistin de qadan tijî kirin. Bi hezaran kes ji Qada République heta Qada Bastille meşiyan û daxwaza parastina Rojava û statuya wê ya mayînde kirin. -
Li Bernê bi hezaran kes meşiyan: Heta statûya Rojava neyê naskirin têkoşîn wê bidome
Bi hezaran Kurdistanî û Swîsreyî li paytexta Swîsre Bernê hatin cem hev û êrişên çeteyên li Sûriyeyê yên li ser Rojava protesto kirin. Girseya gel bal kişand ku heya statûya Rojava neyê mîsogerkirin, ew ê têkoşîna xwe bidomînin. -
Li Draguignanê kona piştevaniyê ji bo berxwedana Rojava di roja 8’an de ye
Kona piştevaniyê ya bi Rojava re ku li pêşiya Walîtiyê ya li bajarê Draguignan ê Fransayê hate danîn, di roja 8’emîn de ye. Di kona ku komên ciwanan nobetê digrin de, banga piştevaniyê ji bo berxwedana Rojava tên kirin. -
Li Rochefort, Kopenhag û Aalborgê meşên ji bo Rojava: Em ê heta naskirina statuyê li qadan bin
Kurdîstanî û dostên wan li bajarê Rochefort ê Fransayê û li bajarên Kopenhag û Aalborg ên Danîmarkayê, meş lidarxistin û destnîşankirin ku heta statu were naskirin û di asta navneteweyî de were mîsogerkirin wê li qadan bin. -
Li Toulousê zêdeyî hezar kes ji bo piştevaniya Rojava meşiyan
Li bajarê Toulousê ya Fransayê, zêdeyî hezar kes destnîşankirin ku berxwedana Rojava ne bi tenê ye û gotin wê têkoşîn di her qadê de berdewam bike. -
Li Helsînkî Kurd dîsa li qada bûn
Kurdistaniyên li paytextê Fînlandiya Helsînkiyê li dijî êrîşên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojava, dîsa daketin qadan û êrîşên dagirkerî û komkujiyê protesto kirin. -
Li Melbournê çalakiya piştevaniyê bi Rojava û Rojhilat re
Li bajarê Melbournê ya Awusturalyayê, Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê bi armanca piştevaniya gelê Rojava û Rojhilat re, çalakiya protestoyî lidarxistin. -
Prof. Holmes: ‘Li Sûriyeyê bawerî tenê bi garantiya destûrî pêkan e’
Profesor Amy Austin Holmes, Lêkolînera Têkiliyên Navneteweyî li Zanîngeha George Washington, bal kişand ser peymana Şam-QSD’ê û diyar kir ku li Sûriyeyê bawerî tenê bi garantiya destûrî dikare ji nû ve ava bibe. -
Meclîsa Êzidiyan li Bielefeldê ji bo Rojava meşiya
Li bajarê Bielefeld ê Elmanyayê di pêşengtiya Meclîsa Êzidiyan (NAV-YEK) û SMJÊ’yê de bi armanca piştgiriya ji b Rojava meşek hate lidarxistin. -
Li Bielefeldê ji bo Rojava konê alîkariyê hat vedan
Li bajarê Bielefeld a Elmanyayê ji ber êrîş û dorpêça li ser Rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya Însîyatîfa Aştî û Hêvî kampanyaya alîkariya mirovî ya lezgîn hat destpêkirin.