Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL daxuyaniyek weşand û got, "Di salvegera 27'emîn a komploya navneteweyî de tê xwestin ku li ser xwîna gelê Rojava komplo bê nûkirin. Dixwazin sîstema civakiya demokratîk a ku ji bo bawerî û gelan bi pêşengiya jinên li Rojava hate afirandin ji holê bê rakirin, bi şerê ol-mezheb û neteweperestiyê gelên Rojhilata Navîn bixin nava dojehê."
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Bi berxwedana dîrokî ya gelê me destwerdana Rêber Apo re gefên li ser destketiyên gelê Kurd ên ji Rojava destpê kirin, vê gavê hate rawstandin. Lê belê rîsk dewam dike.
Gelê me li welêt û derveyî welêt helwesta xwe ya berxwedêr û yekîtiya neteweyî nîşan da. Vê helwestê raxist pêş çavan ku bêyî Kurdan li Rojhilata Navîn dîzayna nû nabe. Gelê Kurd ku di şerên yekemîn û duyemîn ên cîhanê de ji polîtîkayên berjewendiyê yên navneteweyî re kirin qurban, di ve pêvajoya şerê cîhanê yê sêyemîn de li hemû parçeyên Kurdistanê bi rêxistin e û xwedî paradîgmaya azadiyê ya Rêber Apo ye ku ji bo çareseriyê yekane alternatîf e.
Ji bo ev firsenda dîrokî ya ku Rêber Apo ji bo aştî û demokrasiyê afirandiye li ber bê neçe, divê mercên karkirinê yên azad ên Rêber Apo bêne afirandin. Li dijî şerê ku li ser gelên herêmê tê ferzkirin ji bo aqlekî çareserî û aştiyê bikeve dewrê divê Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad bibe.
Metirsiya komkujiyê ya li ser gelê Rojava dewam dike. Ji bo pêşîgirtina li vê yekê divê statuya Rojava bi rengekî qanûnî bê ewlekirin. Berpirsyarê vê jî ew hêzên navneteweyî ye ku rejîma Şamê ya selefî ava kirin. Di mijara misogerkirina qanûnî ya mafên gelê Kurd ê li Rojava de Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Yekîtiya Ewropa yekser xwedî berpirsyariyê ne.
Ji bo ev daxwazên rewa yên girîng ên gelê Kurdistanê bi rengê herî xurt bikevin rojevê em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku 14'ê Sibatê li Strasbourgê beşdarî meş û mîtîngê bibin ku wê bi dirûşma 'Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Rojava re' bê lidarxistin.
Sala 2026'an ku sala 27'emîn a komploya navneteweyî ye di serî de ji bo gelê Kurd ji bo gelên Rojhilata Navîn hemûyan saleke stratejîk e ku wê çarenûsê diyar bike. Bi azadiya fîzîkî em dikarin komployê têk bibin. Êdî dem hatiye, mercên vê hene.
Ji bo bilindkirina têkoşîna xwe ya demokrasî, aştî û azadiyê, ji bo 'Azadiya Rêber Apo, statuya Rojava', em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku 14'ê Sibatê bi xurtî beşdarî meş û mîtînga li Strasbourgê bibin."