BI DÎMEN

Li Bernê çalakiya ‘Ji Rêber Apo re Azadî, ji Rojava re Statu’

Li paytexta Swîsre Bernê, bi banga Defend Rojava çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de êrîşên komên çete yên girêdayî HTŞ-DAÎŞ û Tirkiyeyê yên li ser Rojava hatin şermezarkirin. Girseya gel azadiya Rêber Apo û nasîna statuya Rojava daxwaz kir.

Li bajarê Bernê, li dijî êrîşên ku ji 5’ê Çileyê ve li ser Rojava zêde bûne, çalakî hat lidarxistin. Di bin pêşengiya Meclîsa Jinê ya Şehîd Berjîn Zenda de li Qada Schützenmatte girse hatin cem hev, bêdengiya navnetewî şermezar kirin û banga rakirina dorpêça li ser Kobanê kirin.

ENCU: EM Ê DESTKEFTIYÊN XWE BIPARÊZIN

Siyasetmedar Ferhat Encu di çalakiyê de axivî û diyar kir ku destkeftiyên gelê Kurd ên bi salan hatine bi dest xistin, tên hedefgirtin. Encu destnîşan kir ku paradîgmaya civaka demokratîk a Rêber Apo bûye modelek gerdûnî û got: "Ev model ji bo jiyana wekhev û azad a gelan alternatîfek e." Her wiha bal kişand ser tecrîda 25 salan û diyar kir ku ji bo Rojava û Kurdistanê ew ê her tim li qadan bin.

SADON: TÊKOŞÎN BÛYE NAVNETEWÎ

Hevberdevka PYD’ê ya Swîsreyê Gulîstan Sadon jî anî ziman ku pirsgirêka Kurd êdî ji sînorên herêmî derketiye û gihîştiye asteke navnetewî. Sadon got: "Îro ji bo Serok Apo li seranserê cîhanê hestiyariyek çêbûye. Li dijî tecrîdê li bi dehan welatan mirov radibin ser piyan."

BERTEKÊN LI DIJÎ ÊRÎŞÊN LI SER KOBANÊ Û ROJAVA

Di axaftinan de hat destnîşankirin ku hedefgirtina Kobanê, hewildana tasfiyekirina destkeftiyên demokratîk ên li Rojava ye. Di çalakiyê de silav ji hêzên berxwedanê re hat şandin û peyama “Şoreşa serkeftinê” hat dayîn.

DI MEŞÊ DE DIRUŞME HATIN BERZKIRIN

Piştî daxuyaniyan, girseya ku ber bi Navenda Trenê ya Bernê û navenda bajêr ve meşiya, bi bîryarî diruşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Berxwedana Rojava” berz kirin.

Her wiha di çalakiyê de bang li her kesî hat kirin ku beşdarî çalakiya girseyî ya 14’ê Sibatê ya li Strasbourgê bibin, da ku daxwaza azadiya Rêber Apo û statuya Rojava bi dengêkî bilindtir bibe.