Li bajarê Darmstadt ê Elmayayê, bi armanca xwedîderketina li Rojava meş hate lidarxistin. Meşa ku ji aliyê Meclîsa Jinan a Roza û Meclîsa Gel a Herêmê ve hate lidarxistin, bi şîara “Ji Rêber Apo re azadî, ji Rojava re statu” pêk hat.
Meş li Darmstadt Luisenplatzê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre meş ji kolanên herî qelebalix ên bajêr dewam kir. Girseyê gelek caran dirûşmeyên, “Biji berxwedana Rojava” û “Bijî Serok Apo” berz kir.
Piştî ku meş gihîşt qada mitîngê, piştre li ser navê meclîsê axaftineke kurt hate kirin. Di axaftina de biryardariya xwedîderktina li Rêber Apo û Rêber Apo derket pêş û wiha hate gotin, “Heta ku Rêber Apo azad be û Rojava bigihe statuyê, em ê her roj li qadan bin.”
Di çalakiyê de banga tevlîbûnê ji bo meşa ku wê di 14’ê Sibatê de li bajarê Strasbourg ê Fransayê were lidarxistin hate kirin û çalakî bi dirûşmeyên, “Şehîd namirin” û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.