Ji bo 27’emîn salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an li Londonê meşek girseyî wê were lidarxistin. Meşa ku ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê ve hatiye organîzekirin, wê ji avahiya BBC’yê heta Qada Trafalgarê bi dirûşmeya "Azadî ji Rêber Apo re, Statu ji Rojava re" bidome.
Beriya meşê, li gelek bajaran bi taybetî Liverpool, Manchester, Sheffield, Hull, Brighton, Exeter, Edinburgh a Skoçyayê bajarê Cardiffê a Gallerê bi rêya poster û belavokan banga beşdarbûnê hat kirin.
Li Londonê, ji bo teşwîqkirina beşdarbûnê, komele, sazî, karsazî û serdanên malan hatin kirin. Tevgera Ciwanên Şoreşger û Meclîsa Jinan a Jiyan jî li deverên cûrbecûr poster daliqandin. Gelek hunermend, rojnamevan û çalakvanan li ser medyaya civakî banga piştgiriyê kirin.
Berdevkê Têkiliyên Derve yê Meclîsa Gelê Kurd Seyid Pirsûs, diyar kir ku komploya 15’ê Sibatê di dîroka gelê Kurd de xalek werçerxê bû. Pirsûs, destnîşan kir ku azadiya Rêber Apo û statuya Rojava ji bo wan "xetên sor" in.
Li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) Hakan Pirsûs jî, da zanîn ku Rêber Apo berxwedaneke dîrokî li Îmraliyê didomîne û bang li gelan kir ku di 15’ê Sibatê de derkevin kolanan da ku daxwaza azadiyê bilind bikin.
Endamê TCŞ’ê Serxwebûn Elî, jî hemû gelê Kurd vexwend ku beşdarî meşa li ber BBC’yê bibin.
Rojnamevanê Brîtanî Mark Campbell jî got, “Ez ê ji bo azadiya gel û azadiya Rêberê Apo tevlî çalakiyê bibim. Ez ê ji bo azadiya wan biqîrim.”
Ji Meclîsa Jinan a Jiyan Nejla Arî, diyar kir ku komplo nehatiye jibîrkirin û got ku azadiya Rêber Apo tê wateya azadiya Rojava û azadiya Kurdistanê.
Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Londonê Îshak Milanî, anî ziman ku sîstema demokratîk a li Rojava li ser bingeha jiyana hevpar a gelan hatiye avakirin îro jî ji aliyê hêzên komploger ve tê hedef girtin û got, “Heta azadiya Rêber Apo û statuya Rojava were misogerkirin, em ê çalakiyên xwe lidar bixin. Em bang li hemû Kurdistanî, hêzên demokratîk û gelên dost dikin ku di 15'ê Sibatê de derkevin kolanan û li dijî komploya navneteweyî îradeyek xurt nîşan bidin.”
Endamê ciwanan Furkan Savur, destnîşan kir ku Rêber Apo pêşengê siyasî û felsefî yê têkoşîna azadiya gelê Kurd e û banga tevlîbûna çalakiyê kir.
Hunermend Memozan, ji bo welat û jiyanek azad her kesî vexwend meşê.
Hunermend Merwan San, jî ji bo azadiya Rêber Apo û statuya Rojava got, “Werin em ji bo Kurd û Kurdisanê bimeşin.”
Bayan Elî Mûstafa ya ji Silêmaniyê got, “Banga me ji bo azadiya Rêberê me yê mezin, ji bo yekîtiya Kurdistanê û ji bo statuya Rojava ye. Li her çar parçeyên Kurdistanê rojên giran tên jiyîn. Divê her çar parçeyên Kurdisanê bibin yek û bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ daxwaza azadiya Rêber Apo û statuya Rojava bikin.”
Nîgar Silêmanî, ya ji Başûrê Kurdistanê jî anî ziman ku bêyî Rêber Apo jiyan nabe û got ku divê her kes di 15’ê Sibatê de derkevin kolanan.
Dayika Aştiyê Hayde jî got, “Divê her çar parçeyên Kurdistanê ji bo Rêber Apo dengê xwe bilind bike û bibe yek laş. Em weke Kurd êdî dîlbûna Rêbertiyê xwe qebûl nakin. Ger Rêber Apo Azad bibe, em ê jî azad bibin. Bijî Serok Apo.”
Endama Tevgera Jinên Kurd Melek Amed, destnîşan kir ku azadiya Rêber Apo azadiya gel e û got, “Li dijî polîtîkayên înkar û qirkirinê ya li Rojhilata Navîn, Rojava alternatîfeke xurt û şênber e.”