BI DÎMEN

Civîna Bilind a YE'yê li Bilzenê ye, Kurd jî ji bo Rojava li çalakiyan e

Civîna Bilind a Yekîtiya Ewropayê (YE) îro li bajarê Bilzen ê Belçîkayê hate lidarxistin. Kurdan li bajêr jî lîderên Ewropî bi çalakiyeke bêdeng a protestoyî pêşwazî kirin.

Ji bo işaret bi bûyerên li Rojava bê kirin, li navenda bajêr û kêleka rê bi dehan pankart hatin daliqandin.

Bi çalakiya protestoyî hate xwestin ku peyameke eşkere ji lîderên Yekîtiya Ewropayê re bê dayin ku hatin Bilzenê. Di protestoyê de hate gotin, "Yekîtiya Ewropa ji êrişên cîhadîst ên li ser Kurdan berpirsyar e", "Azadî ji Kurdistanê re" û "Edalet ji Kurdan re".

Kurdên li Bilzenê bang li lîderên Ewropî kirin ku li pêşberî rewşa li Rojava hîn çalak û berpirsyar tevbigerin.