BI DÎMEN

Kerem Gok: Çûyîna Strasbourgê peyamek ji bo saziyên Ewropayê ye

Hevserokê KON-MED’ê Kerem Gok, ji bo meşa 14’ê Sibatê ya li Strasbourgê banga tevlîbûnê kir. Gok got, “Xurtkirina destê Rêbertî erkekî neteweyî, dîrokî, exlaqî û wijdanî ye. Em ê 14’ê Sibatê li Strasbourgê bin. Em hemû gelê xwe vedixwînin meşê.”

Gok da zanîn ku armanca komploya 15’ê Sibatê gelê Kurd bê Rêber, bê pêşeng û bê welat hiştine û got ku êrîşên îro yên li ser Rojava parçeyek vê planê ye.

‘ÊRÎŞA LI SER ROJAVA BERDEWAMA KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ YE’

Kerem Gok diyar kir ku êrîşên ku di 6’ê Çileya 2026’an de li dijî Rojava hatine destpêkirin, divê wekî versyona duyemîn a komploya 15’ê Sibatê werin destgirtin. Gok, destnîşan kir ku armanca êrîşên ku ji Helebê dest pê kirin û li seranserê Rojava belav bûn, tunekirina destketiyên gelê Kurd bûn. Gok, got ku armanca êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê û HTŞ’ê ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên destekkirin, ji holê rakirina Rojava ye.

Gok got ku armanc ew e ku bi rêya Rojava, Kurd li Rojhilata Navîn bê statû bên hiştin e û destnîşan kir ku azadiya Rêber Apo di heman demê de tê wateya misogerkirina statuya Rojava û gelê Kurd.

‘DIVÊ SAZIYÊN EWROPAYÊ QANÛNÊN KU DANÎNE BICIH BÎNIN’

Kerem Gok, anî ziman ku meşa li Strasbourgê xwedî girîngiyeke dîrokî û stratejîk e û got ku pêwîste Kurdên li Ewropayê dijîn bi rengekî rêxistinkirî û xurt tevlî meşê bibin.

Gok bi bîr xist ku Strasbourg navenda Konseya Ewropayê, saziyên YE, DMME û CPT’yê ye û got ku çûna wir tê wateya peyamek dayîna van saziyan e.

Gok her wiha bang li saziyên Ewropayê kir ku biryarên wekî "mafê hêviyê" bicîh bînin û di derbarê mafên qanûnî û çandî yên gelê Kurd de gavên berbiçav bavêjin.

‘DEV JI DESTEKKIRINA HTŞ’Ê BERDIN’

Gok bang li dewletên Ewropayê kir ku dev ji destekkirina komên mîna HTŞ’ê berdin û diyar kir ku ev kom ne tenê ji bo gelê Kurd, di heman demê de ji bo hemû gel û jinan gef in. Gok, got ku ev polîtîka bi tu awayî sûdê nadin civaka Ewropayê.

‘DIVÊ JI 7 HETA 70 SALÎ BIHERIKIN STRASBOURGÊ’

Gok ragihand ku ew wek KON-MED’ê ji bo meşa 14’ê Sibatê amadekariyan dike û bang li Kurdên li Elmanyayê kir ku bi girseyî tevlî çalakiyê bibin. Kerem Gok got, “Jin tevî pitikên xwe yên du mehî û dayikên 85 salî jî dê tevlî çalakiyên me bibin.” Gok, destnîşan kir ku ji bo xurtkirina destê Rêbertî tevlîbûna meşa Strasbourgê erkek neteweyî, dîrokî, exlaqî û wijdanî ye û hemû kes vexwend meşê.