BI DÎMEN

Li Swîsreyê ji bo meş û mîtînga 14'ê Sibatê ya li Strasbourgê bang hate kirin

Komîteya pêngava "Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re" ya Swîsreyê bang li Kurdistaniyan û dostên wan kir ku beşdarî meş û mîtînga "Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Rojava re" bibin ku 14'ê Sibatê li Strasbourgê pêk were.

Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (CDK-S), Yekîtiya Jinên Kurd a li Swîsreyê (YJK-S), meclîsên ser bi Platforma Azadî ji Abdullah Ocalan re û komîteya pêngava "Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re" civîneke çapemeniyê lidar xist. Berdevkê komîteyê Nejdet Atalay daxuyanî da çapemeniyê.

Nejdet Atalay got, "Em di pêvajoyeke dîrokî de ne. Li hemberî gelê Kurd vê mehê êrişeke gelekî cidî hate kirin. Bi rojan e li her bajarekî Swîsreyê gelê me dengê xwe dide yek. lİ çar parçeyên Kurdistanê û tevahiya cîhanê gel rabû ser piyan. Ev êriş niha sekinî, lê belê xetere hîn jî dewam dike. Weke ku tê zanîn, eger Kurd li ser piyan bin û li ber xwe didin ev yek xeta berxwedanê ya Rêber Apo ye. Xeteke nû ya sosyolojîk e. Xeta Rêber Apo ti carî teslîm nabe, li ber xwe dide. Tenê bi aştiyeke bi rûmet dikare bi dawî bibe. Ev xeteke bi rûmet e. Li ser vê bingehê bi gelên din re têkiliyê datîne. Rêber Apo ji bo paşerojeke azad têkoşîneke cidî meşand. Ji ber vê yekê em zanin ku paşeroja me li ser xeta Rêber Apo ye. Ev xet encama têkoşîna 50 salî ye. Azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd e. Azadiya Rêber Apo azadiya Rojava ye.

Ji bo mîtînga ku wê 14'ê Sibatê li Strasbourgê bi dirûşma 'Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Rojava re' bê lidarxistin, em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ên ku ji bo Rojava rabûne ser piyan, tevlî bibin. Em bi Rêberê azad re paşeroja azad bi hev re ava dikin."

Hevseroka CDK-S'ê Dîlan Çetînkaya jî bang li gel kir ku beşdarî meşa li Strasbourgê bibe.

Li tevahiya Swîsreyê hefteya dawî ji bo mîtîngê karekî berfireh hate meşandin. Di serî de Cenevre, Lozan û Zurich li gelek bajaran standên agahdarkirinê têne danîn. Karê bi pêşengiya ciwanan jî her roj li nuqteyên cuda yên bajêr tê meşandin.

Li bajarên Bellinzona, Cenevre, Lozan, Sion, Fribourg, Neuchatel, Biel, Bern, Luzern, Zug, Solothurn, Basel, Aarau, Zürih, Rapperswil, Winterthur, Chur, Schaffhausen û St.Gallenê ku navendên civaka Kurd a demokratîk lê ne, ji bo birin û anîna gel otobus hatine amadekirin. Gel li gel otobusan wê bi wesayitên taybet jî tevlî çalakiyê bê kirin.