Parlamentoya Eyaleta Hamburgê, di rûniştina xwe ya îro de pêşniyara Partiya Çep a bi sernavê "Êrîşên li ser xweseriya Kurd a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê -piştgiriya bi Rojavayê re" bi kismî qebûl kir. Di parlamentoyê de êrîşên rejîma Sûriyeyê yên li ser herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin û bal hat kişandin ser piştgiriya bi gelê Rojava re.
Di belgeyê ku hatî qebûlkirin de hat diyarkirin ku pêkhateyên xweser ên li herêmê, tevkariyê li modela civakî ya piretnîkî ya li ser bingeha aştî, demokrasî û wekheviya zayendî dikin. Her wiha hat destnîşankirin ku van pêkhateyan di şerê li dijî DAIŞ’ê de roleke girîng lîstine.
Ji Senatoya Hamburgê hat xwestin ku li cem Hikûmeta Federal a Almanyayê bi rêyên dîplomatîk û navnetewî hewildanan bide da ku êrîş demildest werin sekinandin.
Di pêşniyarnameyê de hat gotin ku ji serê salê û vir ve rewşa ewlehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî dramatîk xirab bûye; hêzên hikûmeta Îslamî yên di bin serokatiya Colanî de û milîsên hevpeymanên wan êrîşên xwe yên li ser herêmên Rêveberiya Xweser zêde kirine. Bi taybetî hat diyarkirin ku Rojava bûye navenda êrîşên leşkerî û hewildanên bêîstîkrarkirinê.
Di belgeyê de hat destnîşankirin ku êrîşên li ser taxên di bin rêveberiya xweser a Kurdan de li Helebê, binpêkirina eşkere ya peymanên heyî yên di navbera herêmên rêveberiya xweser a Bakurê Sûriyeyê û rejîma Sûriyeyê de ne.
Hat diyarkirin ku hêzên beşdarî êrîşan dibin, di dema borî de ji ber êrîşên hewayî û balafirên bêmirov yên binesaziya sivîl dikirin hedef, ji aliyê Tirkiyeyê ve ji hêla siyasî, lojîstîk û leşkerî ve dihatin piştgirîkirin. Hat gotin ku êrîşên yekîneyên Sûriyeyê yên nêzî hikûmetê û milîsên hevpeyman, rola pêkhateyên rêveberiya xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku piştgiriya îstîqrar û aştiyê dike, lawaz dike.
Di pêşniyarnameyê de hat diyarkirin ku daxuyaniya hevpar a Almanya, Fransa, Îngiltere û DYA’yê ya derbarê rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin, lê belê divê zexta li ser rêveberiya Şamê were zêdekirin. Hat destnîşankirin ku her çend Hamburg di navbera bajaran de bi Sûriyeyê re xwedî hevkariyeke rasterast nebe jî, divê li gorî rêgêzên aştî, mafên mirovan û piştgiriya navnetewî tevbigere.