Li Elmanyayê ji ber grevê gelek seferên Lufthansayê hatin betalkirin

Ji ber greva karmendên kabîneyan û pîlotan gelek firînên girêdayî Lafthansa ya Elmanyayê roja Pêncşemê hatin betalkirin.

Piraniya firînên Lufthansa ji Frankfurt, Berlîn, Hamburg û Dusseldorfê ji saetên sibê û pê ve hatin betalkirin. Lê li Munihê piraniya firînên hatibûn plankirin, pêk hatin. Şîrketê, ragihand ku hejmara betalkirinan gelek in, lê hejmarên zelal nedan.

Ji bo rêwiyan re paşve vegerandina pereyan, an jî ji nû ve plansazkirina bêpere hat pêşkêş kirin. Ji bo rêwîtiya navxweyî ya li Elmanya trênên Deutsche Bahn wekî alternatîfek bêpere dikarin bê bikaranîn.

Grev bandorê li hemû firînên Lufthansa û Lufthansa Cargo yên ji Elmanya derdikevin dike. Sendîkaya Vereinigung Cockpitê, rêziknameyên teqawidiyê qels dibîne û daxwaza peymanek nû ya danûstandinên kolektîf dike.

Sendîkaya ekîba kabînê UFO, jî ji bo CityLine banga greveke hişyariyê kir.

Koma Lufthansa, şîrketên mîna Eurowings, Austrian, Swiss û Brussels Airlines jî di nava xwe de vedihewîne.