BI DÎMEN

Çalakiya piştgiriyê ya ji bo Rojava ya li Zurîhê: Hens çavdêriyên xwe parve kirin

Li bajarê Zurîhê yê Swîsreyê çalakiyeke piştgiriyê ya bi Rojavayê re hat lidarxistin. Di çalakiyê de endamê delegasyona Zurîhê û namzetê parlamanteriyê Yabes Hens, çavdêriyên xwe yên li ser dorpêç û krîza mirovî ya li herêmê parve kirin.

Çalakiya piştgiriyê ya bi Rojavayê re bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Berîtan li salona Sihlquie ya Zurîhê pêk hat. Tevî civaka Kurd, gelek Swîsreyî û kesên ji neteweyên cuda beşdarî çalakiyê bûn. Di çarçoveya bernameyê de ji bo piştgiriya Rojava xwarinên herêmî yên Kurdî hatin amadekirin û li dijî dorpêç û krîza mirovî ya li Rojavayê peyamên girîng hatin dayîn.

Di axaftinên bi Almanî de, rewşa dawî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî êrîşên li ser Kobanê, ambargo û mercên giran ên jiyanê hatin nirxandin. Axaftvanan bal kişandin ser kêmxwariniya zarokan û kûrbûna krîza mirovî.

Di bernameyê de Yabes Hens, ku namzetê parlamanteriya Zurîhê ye û herî dawî di nava delegasyona Zurîhê de serdana Rojava kiribû, axivî. Hens çavdêriyên xwe parve kirin û destnîşan kir ku tevî hemû zext û zehmetiyan, vîna berxwedanê ya gelan pir bi hêz e. Hens diyar kir ku biryardariya gelan a ji bo parastina jiyana hevpar hêviyê dide û destnîşan kir ku piştgiriya siyasî û mirovî ya şêniyên Ewropayê ji bo vê pêvajoyê gelekî girîng e.

Hens di axaftina xwe de anî ziman ku guhdarîkirina stranên Kurdî li Rojava ew pir bandor kiriye û diyar kir ku tevî hemû zextan vîna gel a xwedîderketina li çand û nasnameya xwe berdewam dike. Piştre çalakî bi beşa pirs û bersivan berdewam kir; beşdaran li ser geşedanên dawî yên li Rojava, dorpêça berdewam, astengkirina alîkariyên mirovî û bêdengiya rayagiştî ya navnetewî pirsên xwe araste kirin.

Çavdêriyên aktîvîstê "Rojava biparêze" (RiseUp4Rojava) ku di nava delegasyona Swîsreyê de bû, ji aliyê beşdaran ve bi eleqeyeke mezin hatin pêşwazîkirin. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku li hemberî zêdebûna ambargo û êrîşan, divê dengê Rojava li raya giştî ya Ewropayê bi hêztir bibe. Hat gotin ku mezinkirina piştgiriya navnetewî berpirsiyariyeke lezgîn e.

Çalakiya piştgiriyê bi peyamên têkoşîna hevpar û piştgiriya bi gelê Rojavayê re bi dawî bû.