BI DÎMEN

Ji bo azadiya Rêber Apo û statuya Rojava di 14’ê Sibatê de li Strasbourgê bin! 

Çalakvanên "Niha Dema Azadiyê ye" diyar kirin ew ê di 14’ê Sibatê de bi daxwaza “Ji Rêber Apo re azadî, ji Rojava re statû” li bajarê Strasbourg ê Fransa bin û banga beşdarbûna çalakiyê li her kesî kirin.

Çalakiya rûniştinê ya ku bi daxwaza bidawîanîna tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo û misogerkirina azadiya Rêber Apo li ber Neteweyên Yekbûyî (NY) hatiye destpêkirin di hefteya 264’an de berdewam dike.

Nobeta ku ji 25’ê Çileya 2021’an vir ve li Qada Nations a li ber Ofîsa NY a bajarê Cenevre yê Swîsreyê bênavber berdewam dike, vê hefteyê ji hêla Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) ve dewr hat girtin.

Berdevka FEDA’yê Swîsreyê Songul Aslan bi bîranîna şehîdan dest bi axaftina xwe kir. Songul Aslan diyar kir ku di serî de Rêber Apo û hemû qehremanêntêkoşîna azadiyê silav dikin.

Songul Aslan diyar kir ku tecrîda mutleq a ku bi salan e li ser Rêber Apo tê meşandin ne tenê polîtîkayeke girtinê ye, sûcekî sîstematîk ê li dijî mirovahiyê ye ku armanc dike mafê hêviyê ji holê rake, bîra civakî û berxwedanê bişkîne ye. Songul Aslan wiha axivî: “Sîstema ku mafê hêviyê tune dihesibîne tê wateya ku mirovan bi zindî ceza dike. Ev bi eşkere sûcekî li dijî mirovahiyê ye."

Songul Aslan komkujiyên li Dersîm, Meraş, Çorûm, Sêwas û Sûriyeyê bi bîr xist û bal kişand ser polîtîkayên bêcezatiyê. Songul Aslan wiha berdewam kir: ”Ger dewlet bi komkujiyan re hevrû nebe, zilm wê dubare bibe. Îro, heman zîhniyet li Tirkiye û Kurdistanê li dijî gel û baweriyan berdewam dike.”

ÊRÎŞÊN LI SER SIVÎLAN SÛCÊN ŞER IN

Songul Aslan qala polîtîkayên şer ên dewleta Tirk li bajarên Kurdistanê û derveyî sînor kirine , kir û anî ziman ku sivîl dibin hedef, bajar tên wêrankirin û xweza tê talankirin. Songul Aslan destnîşan kir ku nabe van êrîşan di bin navê "operasyon" an "ewlehiyê" de bên rewakirin û got, "Ev sûcên ku li dijî sivîlan têne kirin bi eşkereyî sûcên şer in û demboriya wê tuneye.”

DAXWAZA STATUYA LI ROJAVA DAXWAZA HEBÛNÊ YE

Songul Aslan da zanîn ku êrîşên li ser Rojava bi taybetî azadiya jinan û îradeya gelan a ji bo jiyana bi hev re hedef digirin û got, "Daxwaza statuya li Rojava ne bazar e, daxwaza rûmet û hebûnê ye."

Songul Aslanbanga bidawîkirina polîtîkayên tecrîdê, bicîhanîna tavilê ya mafê hêviyê û naskirina statuya Rojava kir û wiha pê de çû: "Yên ku mafê hêviyê desteser dikin, nikarin behsa aştiyê bikin. Yên ku li hember sûcên li dijî sivîlan bêdeng dimînin, hevkarên van sûcan in. Em êdî zilma ku di bin navê ‘aqlê dewletê' de tê rewakirin qebûl nakin."

EM Ê DI 14’Ê SIBATÊ DE LI STRASBOURGÊ BIN

Çalakvanên Cenevre û FEDA’yê daxuyandin ku ew ê beşdarî meş û mîtînga navendî ya ku bi boneya salvegera komploya 15’ê Sibatê li Strasbourgê bê lidarxistin bibin û bang kirin ku ji bo azadiya Rêber Apo û statuya Rojava têkoşîn were xurtkirin.

Piştî daxuyaniyê, nobedt heta saet 17.00’an berdewam kir.