BI DÎMEN

Balûken ji bo meş û mîtînga 14'ê Sibatê ya li Strasbourgê bang kir

Siyasetmedar Îdrîs Balûken ji bo meşa "Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Rojava re" ya li Strasbourgê banga tevlîbûnê kir.

Di salvegera 27'emîn a Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an de ku li dijî Rêber Apo hate kirin, wê li Strasbourgê meşek bi dirûşma "Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Rojava re" bê lidarxistin. Bangên ji bo çalakiyê dewam dikin. Siyasetmedar Îdrîs Balûken bang li gelê Kurd kir ku bi girseyî tevlî bibe.

Balûken anî ziman ku îsal komploya 15'ê Sibatê ne tenê weke bûyereke dîrokî tê bîranîn, di heman demê de bi êrişên li ser Rojava re bi rengekî nûkirî dewam dike. Balûken êrişên li ser Rojava yên ku 6'ê Çileyê destpê kirin weke komployeke nû bi nav kir û destnîşan kir ku gelê Kurd divê li hemberî vê yekê bi xurtî nerazîbûna xwe nîşan bide.

'EM BI DENGEKÎ BILIND LI BER HERDU KOMPLOYAN RABIN'

Balûken got, "Îsal hem li dijî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê hem jî li hemberî komploya nû ya li ser Rojava divê em bi dengekî bilind nerazîbûna xwe nîşan bidin" û anî ziman ku divê Kurdên ji çar aliyên Ewropayê di 14'ê Sibatê de li Strasbourgê li hev kom bibin. Balûken destnîşan kir ku meş hem ji bo azadiya Ocalan hem jî ji bo statuya Rojava krîtîk e.

Îdrîs Balûken got, "Eger em bi xurtî dakevin qadan em ê karibin bi hêza gelê xwe yê rêxistinbûyî herdu komployan rawestînin" û destnîşan kir ku sekna bi biryar û girseyî wê diyarker be.

'14'Ê SIBATÊ BILA HER KES BERÊ XWE BIDE STRASBOURGÊ'

Balûken bang li gelê Kurd ê li Ewropayê kir û got, "Di 14'ê Sibatê de divê gelê me dest ji karê ber destê xwe berde û li Strasbourgê xwedî li îradeya xwe derkeve. Divê xwedî li Rêbertî derkeve, xwedî li Rojava derkeve, xwedî li hemû Kurdistanê derkeve."