Yekîtiya Ewropayê îmhakirina berhemên tekstîlê yên jibermayî qedexe kir

Komîsyona Ewropayê biryara qedexekirina îmhakirina pêlav û cil û bergên şîrketên tekstîlê yên nehatine firotin, stand. Sererastkirina nû wê ji bo şîrketên mezin di Tîrmeha 2026’an de û ji bo fîrmayên biçûk jî di havîna 2023’an de bikeve meriyetê.

Li gorî komîsyonê armanca biryarê ew e ku bermayiyên tekstîlê kêm bike, zirara wan a li ser xwezayê sînordar bike û berê sektorê bide modelên hilberîna veguherîner.

Li gorî daneyên Ajansa Hawirdorê ya Ewropayê, li Ewropayê her sal ji sedî 4 û 9’ê tekstîlên ku nayên firotin bêyî ku werin bikaranîn, tên tunekirin. Ev yek jî tê wê wateyê ku her sal 600 hezar ton tekstîl tên avêtin û derketina 5,6 milyon ton CO₂’yê.

Li gorî sererastkirina nû şîrketên tekstîlan neçar in ku  eşkere bikin wê çi qas berhemên tekstîlê îmha bikin.  Wê ji bo berhemên birîsk û ziradîtî îstîsna hebin.

Her wiha YE wê ji Sibata 2026’an û pê ve ji şîrketan raporkirina rêjeya hilberîn û îmhakirina berheman daxwaz bike. YE, diyar dike ku ev pêngav li hemberî endîşeyên mezêxeran ên têkildarî bandora derdorî û civakî ya ‘’modaya bilez’’ bersiv e.

HAWIRPARÊZ BI FIKAR IN

Lê belê parêzvanên hawirdor û hilberîna etîk bi fikar in.  Ji kollektîfa “Ethique sur l’Etiquette” (etîka li ser etîketê) Mathilde Pousseo hişyarî da ku şîrket dikarin berhemên zêde bidin saziyên alîkariyê û dibêje ku jixwe ev sazî gihîştine sînorê kapasîteya xwe û cil û bergên kêmkalîte di çarçoveya aborî de nayên bikaranîn. Li gorî Mathilde Pousseo rîska sererastkirina berbehs heye ku berpirsiyariya tunekirinê bide ser milên saziyên alîkariyê.