Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên komên çeteyên DAÎŞ û HTŞ’ê yên bi piştgiriya dewleta Tirk li ser Rojava pêk hatin, nerazîbûnên ji raya giştî ya navneteweyî didomin. Ji 6’ê Çileyê ve li Kurdistanê, Ewropa û çar aliyên cîhanê bi milyonan mirov dadikevin qadan û nerazîbûna xwe tînin ziman.
Yek ji van navendan jî Îtalya ye. Kurdistanî û dostên wan ên li Îtalyayê bi rojane bi çalakî û merasîmên cur be cur êrîşên li ser Rojava protesto dikin, 14’ê Sibatê wê li Roma, Milano û Sardegna meşên girseyî lidar bixin. Li Şaredariya Mantova jî bi tevlîbûna siyasetmedarên herêmê têkildarî geşedanên li Kurdistanê, wê paneleke berfireh were lidarxistin.
Çalakî wê bi dirûşmeya “Ji Ocalan re azadî, ji Rojava re statu” bên lidarxistin. Armanca çalakiyan protestokirina salvegera 27’an a komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, vegotina daxwaza ji Ocalan re azadî û şermezarkirina êrîşên li ser Rojava ye.
Berdevkê Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ya li Îtalyayê Yilmaz Orkun hem têkildarî çalakiyan hem jî helwesta raya giştî ya Îtalyayê ya li hemberî êrîşên li ser Rojava, ji ANF’ê re axivî.
‘WEKE ŞOREŞA XWE DIBÎNIN’
Orkun diyar kir ku raya giştî ya Îtalyayê ji roja ewilî ve şoreşa Rojava ji nêz ve dişopîne û got, gelek kes vê pêvajoyê di heman demê de weke şoreşa xwe dibînin.
Orkun got, “Bi taybetî sala 2014’an bi berxwedana Kobanê re gelek ciwanên Îtalî çûn Rojava û bi hêzên Kurd re li dijî DAÎŞ’ê şer kirin. Îtaliyên ku di vî şerî de jiyana xwe ji dest dan, hebûn. Lewma gelê Îtalî tiştên li Rojava diqewimin, ji nêz ve dişopîne.”
Orkun anî ziman ku êrîşên dawî yên li ser Rojava, li Îtalyayê bi hêrseke mezin hatin pêşwazîkirin û ev tişt got, “Ev bi rojane ji bo bal bê kişandina ser tiştên diqewimin û ji bo parastina Rojava, li gelek bajarên Îtalyayê protesto, merasîm, semîner û panel tên lidarxistin. Bi taybetî ciwanên Îtalî pêşengiyê ji van çalakî û merasîman re dikin.”
JI HER DERÊ NERAZÎBÛNÊN LI DIJÎ ÊRÎŞÊN LI SER ROJAVA, HENE
Orkun diyar kir ku êrîşên li ser Rojava tenê di rojeva gel de nîne, di rojeva derdorên siyasî de jî ye û bal kişand ser nerazîbûnên têkildarî helwesta hêzên Rojavayî. Orkun ev tişt jî li axaftina xwe zêde kir, “Ne tenê gelê Îtalî; di heman demê de rêxistinên civakî yên sivîl, sendîka û partiyên siyasî jî têkildarî vê mijarê pir hestiyar in. Pêşnûmepirs bi daxwaza ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ve bên bersivandin, radestî Senato û parlamentoyê hatin kirin. Niha li parlamentoyê têkildarî mijarê pêşnûmeyek heye û di rojên pêş de wê ji nîqaşê re were vekirin.”
‘14’Ê SIBATÊ ÎTALÎ WÊ LI KOLANAN BIN’
Orkun destnîşan kir ku Îtaliyan dîlgirtina Rêber Apo ji bîr nekiriye û got, “Lewma sempatî û hurmetek xurt ji bo Rêber Apo heye. Perspektîfa ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ jî li vir girîng û hêja tê dîtin.
Hem ji bo bal bê kişandina ser êrîşên li hemberî Rojava hem jî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 14’ê Sibatê wê li Roma, Milano, Sardinya, Cagliari meşên girseyî bên lidarxistin. Li Şaredariya Mantova jî bi tevlîbûna siyasetmedaran wê têkildarî geşedanên li Kurdistanê panelek were lidarxistin.”
Dem û cihên çalakiyan:
Roma: Plazza İndipendenza, saet 14.30
Milano: Largo Cairoli, saet 14.30
Cagliari: Piazza Garibald, saet 17.00
Mantova Panel: Sala Degli Stemmi, Palazzo Soardi, saet 17.00