BI DÎMEN

Necdet Atalay: Heta ku tecrîd dewam bike çareserî nabe

Siyasetmedar Nejdet Atalay ragihand ku hevdîtinên sînorkirî yên bi Rêber Apo re nayê wateya garantiya hiqûqî û destnîşan kir ku heta sererastkirineke mayinde neyê kirin ev yek wê weke îradeyeke çareseriyê neyê dîtin.

NECDET ATALAY

Di salvegera 27'emîn a Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê de tecrîda li ser Rêber Apo dewam dike. Li gel ku salek di ser 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' re derbas bûye, di mercên Îmraliyê de guhertineke şênber û cidî nehatiye kirin.

Siyasetmedar Necdet Atalay bersiv da pirsên ANF'ê û anî ziman ku di destpêka nîqaşên li ser pêvajoyê de divê sererastkirina mercên ragihandin û karkirinê yên Rêber Apo hebe.

Atalay got, "Belê, tê gotin ku hevdîtin pêk tên. Heyet diçin û tên. Lê belê Birêz Ocalan nikare bi rengekî azad têkiliyê bi siyasetmedar, akademîsyen, rojnamevan û civaka xwe re dîne. Ev yek pirsgirêkeke cidî ye."

Atalay ragihand ku hevdîtinên bisînor û fîîlî nayê wateya garantiya hiqûqî û destnîşan kir ku heta sererastkirineke mayinde neyê kirin ev yek weke îradeyeke çareseriyê nikare bê dîtin.

Necdet Atalay diyar kir ku li nava civakê -bi taybetî li nava gelê Kurd- divê bawerî bê afirandin û destnîşan kir ku ev yek jî bi sererastkirinên hiqûqî dibe. Atalay got, "Ji bo Serok Apo û girtiyên din ên siyasî divê têkildarî mafê hêviyê sererastkirinek bê kirin. Ev yek qonaxa herî girîng a li pêşiya meclîsê û pêvajoyê ye." Atalay destnîşan kir ku guhertinên heyî yên biçûk bersivê nade bendewariya civakî.

Atalay bi bîr xist ku armanca komploya navneteweyî ya beriya 27 salan tasfiyekirina têkoşîna azadiyê bû û got, "Beriya 27 salan hesabê tepisandin û belavkirina Kurdan hate kirin. Lê belê Kurd îro hîn bi rêxistin, xurt e û li cîhanê tê dîtin. Hişmendiya neteweyî bêhtir afirî ye. Komplo negihîştiye armanca xwe. Li gel vê yekê jî israra li ser tecrîdê neçareserî ye."

'ROJAVA WIJDANÊ MIROVAHIYÊ YE, DIVÊ STATUYA WÊ BÊ GARANTÎKIRIN'

Atalay êrişên li ser Rojava yên ku piştî 6'ê Çileyê destpê kirin û dorpêça li ser Kobanê weke "Komploya navneteweyî ya duyemîn" nirxand û anî ziman ku Rojava ya ku li dijî barbariya DAÎŞ'ê têkoşiya ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo tevahiya mirovahiyê mijareke wijdanî ye.

'DORPÊÇA LI SER KOBANÊ DIVÊ TAVILÊ BÊ RAKIRIN'

Atalay bi bîr xist ku li gel hevdîtinên cuda yên bi rêveberiya Şamê re ambargo û dorpêça li ser Kobanê dewam dike û destnîşan kir ku statuya Rojava divê bi destûra bingehîn û qanûnan bê ewlekirin. Atalay got, "Heta ku statuya Rojava neyê naskirin gef ji holê ranabe. Ferasetek heye ku dixwaze Kurdan daqurtîne. Lê belê Kurd êdî Kurdên berê nîne; wê neyên daqurtandin, wê li ber xwe bidin."

Necdet Atalay ji bo rakirina dorpêça li ser Kobanê bang li raya giştî ya demokratîk kir û got, "Ev yek ne tenê ji bo Kurdan, berpirsyariya hemû derdorên demokratîk û xwedî wijdan e."