Belçîkî daxwaza azadiya Rêber Apo kirin

Li Belçîkayê mamosteyekî, xebatkarek civakî û xebatkarek komeleyekî daxwaza azadiya Rêber Apo kirin.

Li Belçîkayê mamosteyek formasyonê, xebatkarekî civakî û xebatkarek komaleyekî ku bi giranî li ser geşedanên siyasî disekine, bi peyamên xwe yên bi dîmen îşaret bi girîngiya Rêber Apo ya ji bo têkoşîna azadî û jiyana hevpar a gelan kirin û bilêvkirin ku divê Rêber Apo di aştî û avakirina cîhanekî nû de fikrên xwe bi awayekî azad diyar bike.

Li bajarê Liege mamosteyekî formasyonê Thomas wiha got: “Pir girînge ku tevkariyê ji bo azadiya Abdullah Ocalan bikin. Li Rojhilata Navîn çareseriyê temsîl dike. Pêwîstiya Rojhilata Navîn bi aştî, awayên hizrên cuda, giyana hevbeş a gel û olên cuda heye. Sosret e ku kesekî ku konfederalîzma demokratîk diparêze 26 sal in li girtîgeha Îmraliyê tê girtin. Ne tenê Kurd, pêwîstiya Rojhilata Navîn û heta cîhanê jî heye ku wî bikaribe xwe bi awayekî azad îfade bike û ji girtîgehê derkeve.”

Xebatkata civakî Carmen Diaz ku li Brukselê jiyan dike jî wiha got: “Ez alîgira têkoşîna enternasyonal a gelan im. Ez daxwaza berdana Ocalan dikim. Ew kese ku dikare bi rêzgirtina têkoşîna azadiyê ya hemû gelan, aştî û cîhaneke nû bide avakirin.”

Ji komaleya Focus ku girîngî dide geşedan û guhertinên dîrokî yên siyasî, Joel diyar kir ku ew bi Kurdan re pêşangehekî li ser Rojava û Chiapasê kirine û wiha got, “Piştevaniya xwe ji bo azadiya Ocalan diyar dikim.”

Joel wiha dewam kir: “Ez piştgiriyê di serî de Ocalan, têkoşînên wekî Chiapas didim. Lê Ocalan bi rastî jî wateya dîrokê û pêşveçûna wê fêm kir. Di serî de bi ekolojiya civakî, karî ku têkoşîna xwe bigihîne astekî mirovî. Yanî bi destpêkirina komunan û li dora wê avakirina federasyonê. Ez xitabî me dike. Bijî Ocalan.”