Li Romayê bi panelekê banga piştgiriya bi Rojava re hate kirin
Li paytexta Îtalya Romayê, li ser doh, îro û siberoja Rojava panelek hate lidarxistin.
Li paytexta Îtalya Romayê, li ser doh, îro û siberoja Rojava panelek hate lidarxistin.
Bi pêşengiya rojnameya Internazionale, karîkaturîst Zerocalcare, Buroya Kurdistan Enformasyon û komîtya dostan a Rete Kurdistan li Navenda Civakî ya ESK'ê panelek hate lidarxistin û zêdeyî 500 kes tevlî bûn. Di çarçoveya panelê de ji bo piştgiriya bi koçberên li Rojava kampanya alîkariyê jî hate meşandin.
Panelê bi axaftina destpêkê û moderatoriya berpirsyara Rojhilata Navîn a rojnameya Internazionale'yê Francesca Gnetti û Zerocalcare destpê kir.
Di panelê de panoramayeke giştî ya li ser şerê navxweyî yê li Sûriyeyê hate pêşkêşkirin û li ser şoreşa jinê û civakî ya li Rojava nirxandin hate kirin. Her wiha işaret bi têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê û berxwedana Kobanê hate kirin.
Di panelê de êrişên dawî yên ji Helebê destpê kir û heta Rojava dewam kir û hewldanên tinekirina şoreşê hatin nirxandin. Qisekeran bal kişandin ser girîngiya tecrûbeya Rojava ji bo Rojhilata Navîn.
Her wiha peymana navbera hikumeta demkî ya Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) hate nîqaşkirin. Hate ragihandin ku peyman ji aliyê rawestandina şer û agirbestê ve girîng e.
Di panelê de hate gotin, tecrûbeya Rojava di serî de Rojhilata Navîn ji bo gelek gelan dikare bibe mînak.