Werin em Newroza 2026’an bikin Newroza xurtkirina yekîtiyê!
TJK-E û KCDK-E’yê gotin, “Werin em Newroza 2026’an bikin Newroza xurtkirina yekîtiya gelê Kurd, azadiya jin bikin navenda jiyana civakî û xurtkirina hişmendiya neteweya demokratîk.”
TJK-E û KCDK-E’yê gotin, “Werin em Newroza 2026’an bikin Newroza xurtkirina yekîtiya gelê Kurd, azadiya jin bikin navenda jiyana civakî û xurtkirina hişmendiya neteweya demokratîk.”
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) û Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), daxuyaniyek bi sernavê "Newroz a Kurdistanê, Newroza Yekîtî û Azadiyê ye" weşandin.
Di daxuyaniyê de, hat destnîşankirin ku gelê Kurd bêhtirî sedsal in di bin siya êrîş û êşên giran de Cejna Newrozê pîroz dike û hat gotin, “Mîna ku em ji agirê ku Kawayê Hesinkar vêxistiye û şopdarên berxwedêr yên hemdem hînbûn ku Newroz ne tenê sembola hatina biharê ye. Di heman demê de sembola berxwedana li dijî zilm, tarîtî û teslîmiyetê ye.”
TJK-E û KCDK-E, diyar kirin ku Kurd li hember êrîşên li ser Rojava peyama yekîtiyê daye hêzên siyasî û ev tişt hat gotin, “Kurd yek in û welatê wan Kurdistan e. Em banga gelê xwe jî weke berpirsyariyeke dîrokî û fermanek zelal dibînin.”
TJK-E û KCDK-E, da xuyakirin ku ew hêvî dikin Newroz 2026’an bibe destpêka xurtkirina yekîtiya Kurdan, azadiya jinan kirina bingeha jiyana civakî û xurtkirina hişmendiya neteweye demokratîk.
TJK-E û KCDK-E, bang li hêzên siyasî, rêber û rûsipiyan kirin ku di yekîtiyê de pêşengiyê bikin û hat gotin, “Newroz roja yekîtî, azadiya jinan, berxwedan û têkoşîna hevpar e.”