Gilî li nûçeya Der Spigelê ya têkildarî 'keziyan' hate kirin
Nîşandana nerazîbûnên li hemberî nûçeya Der Spigelê ya têkildarî ‘’keziyan’’ a di 6’ê Sibatê de berdewam dikin û resamê Kurd Alî Zulfîkar bi awayekî fermî gilî kir.
Nîşandana nerazîbûnên li hemberî nûçeya Der Spigelê ya têkildarî ‘’keziyan’’ a di 6’ê Sibatê de berdewam dikin û resamê Kurd Alî Zulfîkar bi awayekî fermî gilî kir.
Nûçeya bi sernavê “Wie ein wohl falscher Zopf die Welt bewegt” (Keziyeke sexte çawa cîhan rakir ser piyan) a Kovara nûçeyan a bi navê Der Spigel ya di 6’ê Sibata 2026’an de bû sedem ku raya giştî ya Kurd bi dijwarî nerazîbûna xwe nîşan bide.
Di nûçeya têkildarî heqareta li hemberî şervaneke Kurd a li Sûriyeyê şehîd bû û vîdeoyeke li ser medyaya dijîtal belav bûye de hate gotin ku nabe dîmen weke delîleke rastîn a sûcê şer were nirxandin. Gelek saziyên Kurd, nivîskar û aktîvîstan nerazîbûnên xwe nîşanî vê nêzîkatiyê dan.
LI DIJÎ PRENSÎBA BÊALÎBÛNÊ YE
Hunermend û aktîvîstê Kurd Alî Zulfîkar, têkildarî nûçeya berbehs bi awayekî fermî serî li Konseua Çapemeniya Elmanyayê da. Alî Zulfîkar diyar kir ku nûçe li dijî rastî, bêalîbûn û prensîba pêşkêşkirina peywendiyê ya rojnamegeriyê ye.
Alî Zulfîkar di serlêdana xwe de destnîşan kir ku nûçe tecrûbeyên dîrokî û siyasî yên gelê Kurd nîşan nade û mijarê bes di çarçoveya dîmeke vîral de digire dest û anîziman ku trawmayên dîrokî yên gelê Kurd û rastiya siyasî ya heyî vedişêre.
PEYWENDÎYA ÇANDÎ HATE PAŞÇAVKIRIN
Her wiha Alî Zulfîkar anî ziman ku di çanda Kurdî de kezî semboleke xurt e ku bi nasname, rûmet û berxwedanê re têkildar e lê belê di nûçeya berbehs de ev piştperdeya çandî zêde nehatiye nîşandan. Alî Zulfîkar destnîşan kir ku binpêkirinên mafên mirovan û tundiya li ser gelê Kurd a li Sûriyeyê ya hatiye belgekirin, bi awayekî berfireh nehatiye nîşandan.
Alî Zulfîkar di serlêdana xwe de bal kişand ser mijara zelalbûna edîtoryalê jî û diyar kir ku divê têkildarî pêvajoya teyîdkirina nûçeyê û derbarê rêbazên nivîskariya hevpar de agahiyên berfirehtir werin dayîn. Hate destnîşankirin ku bi taybetî jî di têkoşînali dijî DAÎŞ’ê de rola jinên Kurd gelekî cih nagire. Alî Zulfîkar anî ziman ku nûçeya berbehs di nava xwe de têkildarî gelê Kurd rîska afirandina întibayeke hatiye berovajîkirin dihewîne daxwaza lêkolîna redaksiyonel û dayîna daxuyaniyeke zelal kir.
DER SPIEGEL: NIYETA ME NE BIÇÛKXISTIN BÛ
Der Spigelê jî bes daxuyaniya xwe ya beriya niha dabû, ji Alî Zulfikar re şand. Kovarê anî ziman ku wê niyeteke weke biçûkxistina êşên gelê Kurd yan jî parastina komên Îslamîst tune ye.