BI DÎMEN

Karamûs: Gelê Kurd wezîfeya xwe kir, dor a me ye

Hevserokê KNK'ê Karamûs diyar kir ku berxwedana li dijî êrişên li ser Rojava hate nîşandan ji bilî hevkariyê rêyeke din ji siyaseta Kurd re nehişt û got, "Gelê me li qadan yekîtiya neteweyî ragihand. Divê siyaset jî vê îradeyê bike stratejiyeke hevpar."

AHMET KARAMÛS

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûs êrişên dawî yên li ser Rojava û serdana li herêmê ji ANF'ê re nirxand. Karamûs anî ziman ku êriş encama konsensuseke navneteweyî ye ku ji bo tasfiyekirina destketiyên gelê Kurd hate destpêkirin û banga "stratejiya hevpar" li siyaseta Kurd kir.

'ÊRIŞ BERHEMA TIFAQEKE QIRÊJ BÛ'

Karamûs têkildarî destpêka pêvajoyê nirxandineke xwerexnekirinê kir û anî ziman ku dema êrişan li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê destpê kirin hem raya giştî hem jî siyaseta Kurd ji aliyê nirxandina çarçove û armancên êrişan ve dereng man.

Karamûs got, "Me dît ku ev yek ne tenê gaveke HTŞ'ê yan jî hêzên hikumeta Sûriyeyê ye. Konsesuseke navneteweyî bû ku di nav de erêkirina Tirkiye, Erebistana Siûdî, Qatar û hin dewletên Rojavayî jî hebûn. Armanc jî tinekirina bi temamî ya destketiyên Kurdan ên li Rojava bû."

Karamûs diyar kir ku weke KNK ji bo metirsiyê li cih lêkolîn bikin û piştgiriyê bidin gel wan heyetek şandin herêmê û qala tabloya li qadê kir: "Em li pêleke mezin a koçberiyê rast hatin. Gelê me ku beriya niha ji Efrînê û herêmên din reviya û hewl da jiyana xwe biparêze, careke din koçber bû. Ev yek di heman demê d operasyoneke guhertina avaniya demografîk û koçberkirina bi plankirî bû ku dewletan li ser li hev kiribûn."

'ÇAR PARÇE Û DÎASPORA SEFERBER BÛ'

Hevserokê KNK'ê bi bîr xist ku hêzên navneteweyî li pêşberî êrişan xwe li bêdengiyê danîn û ev bêdengî bi berxwedana bêhempa ya gelê Kurd ji holê rabû. Karamûs anî ziman ku piştî KNK'ê û rêxistinên siyasî hemûyan seferberî ragihandin ji Ewropayê heta bi Silêmaniyeyê, ji Hewlêrê heta bi Bakukr li her derê gelê Kurd daket qadan û got, "Gelê me li çeperên berxwedanê û qadan bi motîvasyoneke mezin îrade danî holê. Vê îradeyê hişt ku hêzên navneteweyî yên xwe li bêdengiyê danîn, Senatoriya Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û parlamentên Ewropayê neçar bimînin ku bikevin nava liv û tevgerê."

'GEL PEYAMEKE ZELAL DA SIYASETA KURD'

Hevserokê KNK'ê destnîşan kir ku vê yekîtiya neteweyî ya gel peyameke zelal da siyaseta Kurd û diyar kir ku êdî siyaseteke parçebûyî rêyek nîne. Karamûs got, "Gelê me nêt û têkoşîna xwe nîşan da û li me ferz dike ku em yekîtiya xwe pêk bînin. Siyaseta Kurd êdî nikare vê rastiyê ji nedîtî ve bê. Ev yek wezîfeyeke neteweyî ye. Divê em berjewendiyên partiyî bidin aliyekî û stratejî û siyaseteke neteweyî ya hevpar ava bikin."

Ahmet Karamûs ragihand ku divê ji pêvajoya berê ya têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê ders bêne wergirtin û ev hişyarî da: "Serketina leşkerî ya ku li hemberî DAÎŞ'ê hate bidestxistin, li asta navneteweyî em da naskirin; lê belê me careke din dît ku siyaseta ku hêzên derve me re datîne tenê bi vê re sînorkirî ye. Gelekî girîng e ku em vê piştgiriyê veguherînin dîplomasiyeke hevpar û mayinde."

Hevserokê KNK'ê Karamûs diyar kir ku pêvajoya guherînê ya li Rojhilata Navîn hem firsendên mezin hem jî metirsiyên mezin bi xwe re tîne û got, "Gelê me li dîasporayê û welêt ev wezîfe danî pêşiya me: Li çar parçeyan tifaqa hevpar, dîplomasiya hevpar û siyaseta hevpar. Divê em vê pêvajoyê baş analîz bikin, li gorî berjewendiyên gelê xwe sentezekê biafirînin. Ev yek yekane rêya parastina berjewendiyên me yên neteweyî ye."