EWROPA
Hemû Nûçe
-
Îtalî wê 14’ê Sibatê ji bo Rêber Apo li qadan bin
14’ê Sibatê wê li 4 bajarên Îtalyayê bi dirûşmeya “Ji Ocalan re azadî, ji Rojava re statu” meşên girseyî û merasîm bên lidarxistin. Yilmaz Orkun got, Îtalî şoreşa Rojava weke şoreşa xwe dibînin û xwedî lê derdikevin. -
Di Kamaraya Lordan de ‘15’ê Sibatê û Kurd’ hatin axaftin
Di Kamaraya Lordan a Parlamentoya Îngilistanê de konferansa bi sernavê “Li Rojhilata Navîn a ku tê guhertin Kurd, hevsengiyên hêzê, rîsk û derfet” hate lidarxistin. -
Li Bernê çalakiya ‘Ji Rêber Apo re Azadî, ji Rojava re Statu’
Li paytexta Swîsre Bernê, bi banga Defend Rojava çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de êrîşên komên çete yên girêdayî HTŞ-DAÎŞ û Tirkiyeyê yên li ser Rojava hatin şermezarkirin. Girseya gel azadiya Rêber Apo û nasîna statuya Rojava daxwaz kir. -
Li Hamburgê çalakiya ‘Rojava biparêze’ hate li dar xistin
Bi banga Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Hamburgê, li ber Hauptbahnhofê mîtîngek bi beşdariya bi sedan kesan hat li dar xistin. Di mîtîngê de êrîşên li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin. -
Li Berlînê protestoya Der Spiegel’ê: Nivîsê rake, lêborînê bixwaze
Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Destdanê, li Berlînê li ber buroya kovara Der Spiegel’ê çalakiyek hat li dar xistin û nûçeya ku li dijî YPJ’ê hatibû weşandin hat protestokirin. -
Li Den Haagê ji bo rakirina dorpêça Kobanê û daxwaza statuya siyasî çalakî hate li dar xistin
Kurdistaniyên ku li bajarê Den Haag ê Hollandayê li ber Parlamentoyê hatin cem hev, ji bo ku Rojava bibe xwedî statuyeke navneteweyî û dorpêça li ser Kobanê rabe, çalakiyek li dar xistin. -
Ji Parlamenta Ewropayê biryara ‘Rojava’: Divê korîdor bê vekirin û destûra bingehîn bê misogerkirin
Parlamenta Ewropayê, di biryarnameya xwe ya derbarê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bang li dewleta Tirk kir ku îhtîmala çareseriyê nexe xeteriyê û daxwaz kir ku korîdoreke mirovî ji Rojava re were vekirin û mafên Kurdan li gorî destûrê werin misogerkirin. -
Li Strasbourgê li pêşiya Parlamenta Ewropayê çalakî
Li Strasbourgê li pêşiya Parlamenta Ewropayê bi beşdariya nêzîkî 100 kesî li hemberî êrîşên li ser Rojava xwepêşandanek hate lidarxistin. -
Li Elmanyayê ji ber grevê gelek seferên Lufthansayê hatin betalkirin
Ji ber greva karmendên kabîneyan û pîlotan gelek firînên girêdayî Lafthansa ya Elmanyayê roja Pêncşemê hatin betalkirin. -
Civîna Bilind a YE'yê li Bilzenê ye, Kurd jî ji bo Rojava li çalakiyan e
Civîna Bilind a Yekîtiya Ewropayê (YE) îro li bajarê Bilzen ê Belçîkayê hate lidarxistin. Kurdan li bajêr jî lîderên Ewropî bi çalakiyeke bêdeng a protestoyî pêşwazî kirin. -
Kerem Gok: Çûyîna Strasbourgê peyamek ji bo saziyên Ewropayê ye
Hevserokê KON-MED’ê Kerem Gok, ji bo meşa 14’ê Sibatê ya li Strasbourgê banga tevlîbûnê kir. Gok got, “Xurtkirina destê Rêbertî erkekî neteweyî, dîrokî, exlaqî û wijdanî ye. Em ê 14’ê Sibatê li Strasbourgê bin. Em hemû gelê xwe vedixwînin meşê.” -
Balûken ji bo meş û mîtînga 14'ê Sibatê ya li Strasbourgê bang kir
Siyasetmedar Îdrîs Balûken ji bo meşa "Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Rojava re" ya li Strasbourgê banga tevlîbûnê kir. -
Li Brîtanyayê ji bo çalakiya ‘Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Rojava re’ seferberî
15’ê Sibatê wê li ber avahiya BBC’yê ya Londonê, bi dirûşmeya ‘Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Rojava re’ meşeke girseyî were lidar xistin. Kurdistanî û dostên wan gotin, “Azadiya Rêber Apo û statuya Rojava xeta me ya sor in” û banga tevlîbûnê kirin. -
Li Parlamenta Portekîzê wê sibehî pêşnûmaya ‘Rojava’ were nîqaşkirin
Li Parlamenta Portekîzê wê pêşnûmaya ji aliyê parlamenterên LIVRE’yê ve hatiye pêşkêşkirin, di 13’ê Sibatê de were nîqaşkirin. Pêşnûma tewsiye dike ku Hikûmeta Portekîzê çavdêriya rewşa mirovî bike û li Rojava mafên mirovan biparêze. -
STUC a ji 550 hezar endamî ji bo Rojava kete nava liv û tevgerê
Desteya Rêveber a Yekîtiya Sendîkayên Skoçyayê (STUC), ku xwedî 550 hezar endam in, ji bo Rojava li hev civîn, êrîş şermezar kirin û ragihandin ku ew biryara destpêkirina kampanyaya alîkariya dîplomatîk û madî girtine. -
Çalakiya piştgiriyê ya ji bo Rojava ya li Zurîhê: Hens çavdêriyên xwe parve kirin
Li bajarê Zurîhê yê Swîsreyê çalakiyeke piştgiriyê ya bi Rojavayê re hat lidarxistin. Di çalakiyê de endamê delegasyona Zurîhê û namzetê parlamanteriyê Yabes Hens, çavdêriyên xwe yên li ser dorpêç û krîza mirovî ya li herêmê parve kirin. -
Parlamentoya Hamburgê êrîşên li ser Rojava şermezar kir
Li ser pêşniyara Partiya Çep, Parlamentoya Eyaleta Hamburgê êrîşên li dijî Rojava şermezar kir; tevkariya pêkhateyên xweser a ji bo aştî, demokrasî û wekheviya zayendî piroz kir û bang li hikûmeta Almanyayê kir ku zexta dîplomatîk bikar bîne. -
Li Kolnê standa piştevaniyê bi Rojava re: Banga tevlîbûnê j ibo meşa Strasbourgê
Di standa piştevaniyê ku li bajarê Koln ê Elmanyayê hate vekirin de, îşaret bi êrîşên li ser Rojava hate kirin û banga tevlîbûnê ji bo meş û mitînga ku wê di 14’ê Sibatê de li Strasbourgê were lidarxistin, hate kirin. -
Ji bo azadiya Rêber Apo û statuya Rojava di 14’ê Sibatê de li Strasbourgê bin!
Çalakvanên "Niha Dema Azadiyê ye" diyar kirin ew ê di 14’ê Sibatê de bi daxwaza “Ji Rêber Apo re azadî, ji Rojava re statû” li bajarê Strasbourg ê Fransa bin û banga beşdarbûna çalakiyê li her kesî kirin. -
Li Darmstadtê meşa ‘Ji Rojava re Statu, ji Rêber Apo re Azadî’
Di meşa li bajarê Darmstadt ê Elmayayê de, daxwaza ji Rojava re statu û ji Rêber Apo re azadî hate kirin. Di çalakiyê de banga tevlîbûnê ji bo meşa ku wê di 14’ê Sibatê de li Strasbourgê were lidarxistin, hate kirin. -
Li Parlamentoya Brîtanyayê wê panela ’15’ê Sibatê û Kurd’ bê lidarxistin
Li Kamaraya Lordan a Parlamentoya Brîtanyayê bi boneya 27’emîn salvegera komploya 15’ê Sibatê , bi beşdariya siyasetmedar, sendîkavan û akademîsyenan wê panela “Di Rojhilata Navîn a diguhere de Kurd” bê lidarxistin. -
Li Swîsreyê ji bo meş û mîtînga 14'ê Sibatê ya li Strasbourgê bang hate kirin
Komîteya pêngava "Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re" ya Swîsreyê bang li Kurdistaniyan û dostên wan kir ku beşdarî meş û mîtînga "Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Rojava re" bibin ku 14'ê Sibatê li Strasbourgê pêk were. -
TJK-E û KCDK-E’yê ji bo çalakiyên 14’ê Sibatê banga seferberbûnê kir
TJK-E û KCDK-E’yê, ji bo çalakiyên ku wê bi şîara "Ji Rêber Apo re Azadî û ji Rojava re Statu" di 14’ê Sibatê de li bajarê Strasbourgê û bi dehan bajarên din werin lidarxistin, banga "seferberbûnê" kir. -
KONGRA-GEL ji bo meşa li Strasbourgê banga 'tevlîbûna xurt' kir
Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL ji bo meşa li Strasbourgê ku wê di salvegera komploya 15'ê Sibatê de ji bo azadiya Rêber Apo û statuya Rojava bê lidarxistin, banga 'tevlîbûna xurt' kir. -
Yekîtiya Ewropayê îmhakirina berhemên tekstîlê yên jibermayî qedexe kir
Komîsyona Ewropayê biryara qedexekirina îmhakirina pêlav û cil û bergên şîrketên tekstîlê yên nehatine firotin, stand. Sererastkirina nû wê ji bo şîrketên mezin di Tîrmeha 2026’an de û ji bo fîrmayên biçûk jî di havîna 2023’an de bikeve meriyetê.