Salih Muslim li Lîmasolê hate bibîranîn: Bi felsefeya 'pariyek nan û xirxayekî' jiya

Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê, ji bo endamê Konseya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim (Bavê Welat) bernameyeke bîranînê hat lidarxistin. Di axaftinên ku hatin kirin de bal hat kişandin ser rola Muslim a di têkoşîna azadiya Kurd de.

Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê, ji bo endamê Konseya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim (Bavê Welat) çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin.

Bernameya bîranînê ya bi pêşengiya nûnertiya PYD’ê ya Qibrisê û Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê, li Navenda Çanda Kurd a Teofîlos hat lidarxistin.

Bername bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê di şexsê Salih Muslim û Osman Kiliç de dest pê kir.

Di çalakiyê de siyasetmedar Lezgîn Serhat axivî û bi bîranîna şehîdên Kurdistanê dest bi axaftina xwe kir. Serhat got: "Bavê Welat hevalê Rêber Apo bû û heta nefesa xwe ya dawî li gorî xeta wî jiya. Bavê Welat û hemû şehîd rastiya me ne; ew nûnerên rastiya esasî ne."

Piştre Yasîn Terbûş axivî û ji serpêhatiyên xwe yên bi Bavê Welat re mînak dan. Terbûş wiha anî ziman: "Ya ku Rojava kir Rojava û li hemû cîhanê da naskirin, paradîgmaya Rêber Apo ye. Bavê Welat jî wekî şagirtekî Rêber Apo, bi felsefeya 'pariyek nan û xirxayek' di avakirina vê paradîgmayê de kedeke mezin da."

Piştî axaftinan, beşdarên bîranînê mafê axaftinê girtin û hest û ramanên xwe anîn ziman.

Çalakiya bîranînê bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.