BI DÎMEN

Şehîdên Helebceyê li Luzernê hatin bîranîn

Li NCDK a Luzernê bi çalakiyekê qurbaniyên Komkujiya Helebceyê hatin bîranîn.

Qurbaniyên Komkujiya Helebceyê ku di 16'ê Adara 1988'an de ji aliyê rejîma Saddam Huseyîn ve bi bombardûmana kîmyewî ya li dijî Kurdan hate kirin, li bajarê Luzern ê Swîsreyê hatin bîranîn. Bîranîn li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hate lidarxistin û gelek endamên komeleyê tevlî bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê Hevserokê NCDK'ê Ercan Guneş axivî, şehîd bi bîr anî û destnîşan kir ku ji bo careke din komkujî neyê kirin divê ew bi rêxistin bin. Guneş got, "Em çiqasî li hev bicivin û têbikoşin, em ê ewqasî jî serketî bin."

Siyasetmedarê Kurd Serhat Agirî jî li çalakiyê axivî, qala polîtîkayên li dijî gelê Kurd ên tevahiya dîrokê kir û bal kişand ser bûyerên li herêmê. Agirî ragihand ku divê Kurd di nava yekîtiyê de tevbigerin.

Agirî her wiha endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Salih Muslim bi bîr anî ku çend roj berê jiyana xwe ji dest da. Agirî ragihand ku Muslim temenê xwe di ber têkoşîna azadiyê ya Kurd de da û got, wê têkoşîna wî dewam bikin.

Bi navê malbatên şehîdan jî Elîf Aydin axivî, bal kişand ser gefên li dijî gelê Kurd û destnîşan kir ku li dijî van komkujiyan divê ew têkoşîneke hevpar bimeşînin.