Li Atînayê meşa ji bo Avahiyên Penaberan ên Aleksandrasê

Li Atînayê bi hezaran kes li hemberî planên veguherîna bajêr meşiyan ku bi planê tê xwestin, taxa Prosfygika (Avahiyên Penaberan) a li Aleksandrasê bê valakirin. Çalakvanan xwestin ku plana veguhestinê bê betalkirin û jiyana civaka li taxê bê parastin.

Li paytexta Yewnanistan Atînayê, li hemberî projeya veguherîna bajêr a li ser Prosfygika of Alexandras (Avahiyên Penaberan ên Aleksandrasê) bi hezaran kes meşiyan. Çalakî li hemberî wê yekê hate kirin ku tê xwestin, şêniyên taxa Prosfygika bi zorê ji cihê xwe bêne derxistin û avaniyên piştevaniyê yên bi salan hatin avakirin ji hev bêne belavkirin.

Meşê ji ber National Technical University of Athens (Zanîngeha Polîteknîk a Atînayê) destpê kir. Beşdaran li dijî projeya valakirina avahiyên li ALeksandrasê dirûşm qîriyan.

Çalakî bi banga Koinotita Kateilimmenon Prosfygikon (Civaka Prosfygika ya dagirkirî) hate lidarxistin. Tê gotin, li avahiyên li Aleksandrasê hîn jî zêdeyî 400 kes dimînin.

GREVA BIRÇÎBÛNÊ DI ROJA 38'AN DE YE

Di meşê de işaret bi greva birçîbûnê hate kirin ku ji şêniyên taxê Aristotelis Chatzis dimeşîne. Chatzis di 5'ê Sibatê de dest bi grev birçîbûnê kir ku 38 roj in dewam dike

Avahiyên Penaberan ên Aleksandrasê weke civakeke xwerêveberiyê tê dîtin ku koçber û penaberên ji welatên cuda bi piştevanî lê dimînin. Li taxê meclîsa jinan, komîteya ciwanan, dibistana zarokkan, komîteyên tenduristî û teknîkê û mutbexên hevpar jî di nav de nêzî 22 rêxistiniyên xweser hene.

Hin ji aktîvîstên li nava civakê dibêjin, modela wan a jiyanê ji paradîgmaya konfederalîzma demokratîk a Rêber Apo û ji tecrûbeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûd wergirtiye.