EWROPA
Hemû Nûçe
-
Nobeta Azadiyê ya li Strasbourgê di hefteya 715’an de ye
Nobeta Azadiyê ya ku ji sala 2012’an vir ve li Strasbourg a Fransayê tê lidarxistin, di hefteya 715’an de ji aliyê sê kesên ji Salzburgê hatin ve dewr hat girtin. Mahmut Elmas diyar kir ku têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo wê berdewam bike. -
Têkiliyên dîplomatîk ên Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li PE’yê didome
Hevseroka Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û fermandara YPJ’ê Rohilat Efrîn, li Parlamentoya Ewropayê bi parlamenterên Partiya Keskan û Partiya Gel a Ewropayê re du hevdîtinên cuda pêk anîn. -
Îzlanda wê ji bo endamtiya YE’yê referandûmê bike
Hate diyarkirin ku Îzlanda wê di mehên pêşiya me de ji bo endamtiya muhtemel a Yekîtiya Ewropayê (YE) referandûmê bike. -
Parêzer Margaret Owen li ber darizandina Kurdan a li Old Baileyê rabû
Parêzera mafên mirovan a 94 salî Margaret Owen nerazîbûn nîşanî darizandina 6 kurdan a li Old Bailey a li Londonê da û got, "Ez nikarim bawer bikim ku li welatekî veguheriye dewleteke polîsan dijîm." -
Endamê Şandeya Îmraliyê Sancar li PE’yê axivî: Divê pêvajo di zemîna hiqûqî de bersivê bigre
Endamê Şandeya Îmralî ya DEM Partiyê Mîthat Sancar di konferansa li Parlamentoya Ewropayê de axivî û diyar kir ku divê pêvajoya diyalogê ya di navbera Tirkiye û Kurdan de li parlamentoyê were nîqaşkirin û derbasî zemîna siyasî û hiqûqî bibe. -
Endamên PE’yê Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn guhdar kirin
Endamên Parlamentoya Ewropayê (PE) li Brukselê Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn guhdar kirin. Di civînê de daxwazên Kurdan ji bo misogeriya destûrî, pirsgirêkên ewlehî û vegera li Efrîna, gefa DAÎŞ’ê û rola YE’yê ya garantoriyê hatin nîqaşkirin. -
Li Darmstadê standa ‘Xwedî li Rojava derkeve’ hat danîn
Di standa ku li bajarê Darmstadtê hate vekirin de îşaret bi rewşa mirovî ya li Rojava hate kirin. Di daxuyaniyê de ji bo bidawîlêanîna dorpêça li Kobanê û vekirina korîdora mirovî bang hat kirin. -
Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li PE’yê ne: Divê PE bibe garantor
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed û Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn, li PE'yê civîna çapemeniyê li dar xistin û bang li YE’yê kirin ku di pêvajoya ku bi Şamê re tê meşandin de bibe garantor. -
Li Cenevreyê hefteya 266’an: Daxwaza azadî ji bo Rêber Apo hat dubarekirin
Di çalakiya rûniştinê ya li pêşiya NY’ê ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê de çalakvanan bi daxwaza statu ji bo Rojava û azadiya Rêber Apo, careke din anîn ser ziman. -
Meclisa Lombardiyayê piştevanî da gelê Kurd ê li Rojava
Meclîsa Herêmî ya Lombardiyayê ya Îtalyayê di civîna xwe ya li bajarê Milanoyê de biryareke girîng a têkildarî piştevaniya li gel Rêveberiya Xweser a Rojava û parastina gelê Kurd û hemû kêmaniyên etnîkî û olî yên li Sûriyeyê îmze kir. -
Fourlas: Ewropa bi bêdengiya xwe êrişên li ser Rojava rewa dike
Endamê Parlamenta Ewropayê Lukas Fourlas diyar kir ku bêdengiya Ewropayê ya li hemberî êrişên li ser Rojava bi rengekî neyekser rewatî afirandiye û ji bo bicihanîna hiqûqa navneteweyî û parastina sivîlan bang kir. -
'Jin, Jiyan, Azadî perspektîfa azadiyê û pêşniyara modeleke civakî ye'
Akademîsyen Dr. Mechthild Exo, Dr. Nicholas Matheou û Dr. Amber Huff diyar kirin ku 'Jin, Jiyan, Azadî' ji dirûşmekê wêdetir li dijî patriyarkayê analîzeke bingehîn û avakirina civaka demokratîk pêşniyar dike. -
Li Brukselê civîna bi sernavê 'Tirkiye û Kurd'
Li Parlamenta Ewropayê wê 25'ê Sibatê bi civînekê mijarên diyalog, aştî, lihevkirin û demokrasî ya navbera Tirkiye û Kurdan bêne nirxandin. -
Ji bo kesên li Rojhilat û Îranê hatin qetilkirin şîna 40 rojî: Em ê bibin dengê gel
Kurdistaniyên li Brukselê kom bûn, di roja 40emîn a kesên ku di xwepêşandanên Rojhilat û Îranê de hatine qetilkirin bi bîr anîn. Di bîranînê de bertek nîşanî polîtîkayên zextê yên rejîma Îranê dan û peyama berdewamiya têkoşînê hat dayîn. -
Krîmînalîzekirina Kurdan li Ber Old Bailey ya Londonê hat protestokirin
Kurdistaniyên ku ji bo 6 Kurdên li Dadgeha Cezayê Old Bailey ya Londonê tên darizandin kom bûn û gotin, "Em nasname, çand û hebûna me ya sivîl a rêxistinkirî wekî hêmanên sûc nîşandan, red dikin." -
Li Parlamenta Ewropayê civîna li ser 'Rojava' û 'Sûriyeyê'
Endama S&D a Parlamenta Ewropayê Evîn Încîr ji bo civîna bi mijara Rojava û Sûriyeyê ya li Brukselê vexwendîname şand. -
Li Hollandayê navendîparêz Rob Jetten dibe serokwezîr
Hikumeta nû ya Hollandayê ya bi lîderiya Rob Jetten roja Duşemê sond dixwe û dest bi wezîfeyê dike. Jetten ê 38 salî wê bibe serokwezîrê herî ciwan ê welêt û hevzayend ê Hollandayê. -
Li Winterthurê ji bo Ahmet Yaman bîranîna roja 40’î, li Zûrihê jî, ji bo Berfê Sayan sersaxî hate da
Li bajarê Winterthur ê Swîsreyê ji bo 40'emîn roja koça dawî a siyasetmedar Ahmet Yaman bernameyeke bîranînê hate lidarxistin û bal hat kişandin ser têkoşîna wî ya civakî ya li diyasporayê. Ji bo dayika şehîd Berfê Sayan jî li Zurihê sersaxî hatin qebûlki -
Li Strasbourgê nirxandina pêvajoya dawî
Sefkan Kobanê di civîna gel a li Strasbourgê de, rewşa dawî ya li Rojava, hevsengiyên herêmî û astên polîtîk ên meseleya Kurd nirxand. -
Li Marsîlyayê civîna gel: Destkeftî bi helwesta hevpar û têkoşînê tê bidestxistin
Siyasetmedar Cuma Tak ku tevlî civîna gel a li Marsîlyayê hate lidarxistin bû, geşedanên rojane nirxand û destnîşan kir ku ruhê yekîtiyê ya gelê Kurd êrîşên li ser Rojava têk bir û destkleftî bi helwesta hevpar û têkoşîna rêxistinkirî were parastin. -
Şehîd Şoreş Brûsk û Aram Sîmko li Lorientê hatin bibîranîn
Ji bo Şehîd Şoreş Brûsk û Aram Sîmko li bajarê Lorient ê Fransayê çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Haci Dilber Kiliç û Adnan Semsûr destnîşankirin ku mezinkirina têkoşînê ya şehîdan berpirsyariya herî bi wate ye. -
Li Amsterdamê meşa ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Rojava re statu’
Li Amsterdamê Kurdistanî û dostên wan, bi daxwaza, “Ji Rêber Apo re azadî, ji Rojava re statu” meşiyan. Girseyê anî ser ziman ku heta ku daxwazên wan pêk were çalakî wê dewam bikin. -
Li Luzernê çalakiya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê hat lidarxistin
Li bajarê Luzern ê Swîsreyê di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiya ku peyamên parastina Kurdî, bîra çandî û yekîtiyê hatin dayîn de, hat ragihandin ku dahat dê biçe ji Heyva Sor re -
Li Bernê panel: Hişmendiya zimanê dayikê li Ewropayê jiyanî ye
Mamosteya Kurdî Seyran Hama Saleh ku bi sedema Roja Zimanê Dayikê li Bernê axivî, bal kişand ser vê yekê ku ji bo Kurdên li Ewropayê hişmendiya zimanê dayikê jiyanî ye; Saleh diyar kir ku kursên kurdî yên li Swîsreyê di heman demê de qadên parastinê ne. -
Li Parmayê di çalakiya ‘Rojava biparêze’ de peyama piştevaniyê hate dayîn
Bi sedan Îtalî û Kurdistanî di çalakiya ‘Rojava Biparêze’ de li hev civiyan. Di panelê de êrîşên li ser Rojava û parastina pergala demokratîk hate nîqaşkirin û dahata bi armanca piştevaniyê ji Mezzaluna Rossa Kurdistan İtalya re hat şandin.