Konfederasyona Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) beriya serdana Lîderê Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê Ahmed al-Şara ya ji bo Berlînê daxuyaniyek da û diyar kir ku ev vexwendin ne tenê danûstandineke dîplomatîk e, di heman demê de ji bo gelên li Sûriyeyê yên ku binpêkirinên mafên mirovan ên giran bi serê wan ve hat, xwedî wateyeke siyasî ye. KON-MED'ê ragihand ku ev serdan ji bo Elewî, Durzî, Kurdan, Xiristiyan û beşên cuda yên Sûriyeyê tê wateya peyama jinedîtîhatina van binpêkirinên li hemberî wan.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku êrişên Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê û hêzên ser bi wê ve yên li hemberî sivîl û hindikahiyan di raporên navneteweyî de jî hate nîşandan û hate destnîşankirin ku di nava van şert û mercan de rewakirina Şara ji aliyê siyasî ve wê çanda bêcezahiştinê xurtir bike. Di daxuyaniyê de hate gotin, eşkerekirina aqûbeta rojnamevan Eva Maria Michelman û Ahmed Polat ku Çileya 2026'an li Reqayê winda bûn, nerazîbûna ji ber vê serdanê hîn mezin kiriye. KON-MED'ê diyar kri ku heta bûyerên bi vî rengî neyên ronîkirin pêvajoyeke asayîbûnê wê neyê qebûlkirin.
KON-MED'ê banga yekser li hikumeta Elman kir û jê xwest, piştgiriya siyasî ya dide Ahmed al-Şara bi dawî bike, êrişên li ser Rojava bi rengekî eşkere şermezar bike û naskirina Xwerêveberiya Demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bixe rojeva xwe.
Hevseroka KON-MED'ê Emîne Rûken Akça jî di nirxandina xwe ya têkildarî mijarê de anî ziman ku vexwendina Şara ya li Berlînê rewşeke qebûlkirinê nîne û destnîşan kir ku têkiliya Elmanya dîne divê li ser bingeha mafên mirovan, serweriya hiqûqê, azadiya fikrî û hurmeta li mafên hindikahiyan be. Akça bi bîr xist ku di nava rêveberiya bi serkêşiya Akça de revandin, gefxwarin û bûyerên tundiyê yên li hemberî jinan û keçan zêde bûne, êrişên li ser Rojava bi rêk û pêk dewam dikin û êrişên li ser Xiristiyanan jî dewam dikin. Akça ragihand ku di heman demê de nediyariya aqûbeta rojnamevanên windabûyî berpirsyariyeke cidî bi xwe re tîne û destnîşan kir ku eger rayedarên Elman van sernavan nexin rojevê û bi vî rengî hevdîtinê bikin, wê naveroka vê hevdîtinê bibe cihê nîqaşê.
Hevserokê KON-MED'ê Kerem Gok jî anî ziman ku hevdîtina li Berlînê bê kirin wê were wateya nixumandina sûcên li Sûriyeyê û got, di demekê de ku lêgerîna Kurdan, Durziyan, Elewî û Xiristiyanan a li ewlekarî û edaletê dewam dike, hikumeta Elman vê rewşê ji nedîtî ve tê. Gok diyar kir ku hikumeta Elman ne li aştiyê lê belê deriyê xwe li aktorekî ji tirs, sirgûn û tundiyê re vedike û got, pêwîstiya Sûriyeyê bi rêveberiyeke Îslamî nîne, pêwîstiya xwe bi piştgiriya bi hêzên demokratîk ên li Rojava heye.
Di dawiya daxuyaniyê de KON-MED'ê ji bo şermezarkirina serdana Ahmed al-Şara ya li Berlînê bang kir. KON-MED ragihand ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) û Civaka Kurd a Berlîn-Brandenbûrgê wê 30'ê Adarê li ber Şansolyetiya Federal çalakî bê lidarxistin û bang li hêzên demokrasiyê hemûyan kir ku beşdarî çalakiyê bibin.