Newrozê li Krasnodarê hate pîrozkirin
Newroz li bajarê Kranodarê bi coş û tevlîbûneke girseyî hate pîrozkirin.
Newroz li bajarê Kranodarê bi coş û tevlîbûneke girseyî hate pîrozkirin.
Li bajarê Krasnodarê yê Federasyona Rûsyayê şahiya Newrozê li Salona Opera Palace hate lidarxistin.
Çalakî bi deqeyeke rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan destpê kir. Piştre, peyama Rêber Apo ya ji bo Newrozê hat xwendin.
Her wiha gelek kesayetiyên civakî axaftin kirin. Refîqê Sadiq Newroz pîroz kir. Zeydîn Aslan, endamê rêveberiya Otonomiya Federal ya Çandî û Neteweyî ya Kurdên Rûsyayê, di axaftina xwe de bal kişand ser dîroka Newrozê û wateya wê ya siyasî û civakî ji bo gelê Kurd.
Şêx Qadirê Reşîd jî bal kişand ser nirxên civakî û yekbûna gel. Ayda Babayêva endama rêveberiya tevgera jinên Krasnodarê jî Newroz pîroz kir û got, rola jinan di parastina çand û civakê de bingehîn e.
Di beşa hunerî de hunermend Leyla Miraz, Barî Yûsubov û Berzanî bi stranên xwe derketin ser dikê. Di dawiyê de, Cumalî û Murad bi performansên xwe coşa şehiyê zêdetir kirin.
Şahî bi atmosferêkî germ û bi stran û govendên gelêrî hat bidawîkirin.