BI DÎMEN

11’emîn Lijneya Giştî ya AKEE li Elmanyayê hat lidarxistin

Komeleya Karsazên Kurd ên Ewropayê (AKEE) 11’emîn Lijneya Giştî li Konigswinter ê Elmanyayê li dar xist. Komeleyê rêveberiya nû diyar kir û Hasan Sîrel dîsa wekî serok hat hilbijartin.

Komeleya Karsazên Kurd ên Ewropayê (AKEE) Civîna Lijneya Giştî ya Asayî ya 2026’an li Konigswinter ê Elmanyayê li dar xist. Karsazên Kurd ên Ewropayê û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Berpirsa Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Ebrû Gunay, siyasetmedar Îdrîs Baluken û Nûnerê Ewropayê yê PDK’ê Serhed Gafurî beşdar bûn. Hasan Sîrel axaftina vekirinê kir. Sîrel behsa serketinên karsazên Kurd li Ewropa û cîhanê kir û diyar kir ku divê ev serketin bigihêje welat.

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî axivî. Bakirhan di axaftina xwe de ev tişt got: “Dema mirov dibîne ku karsazên me li Ewropayê di aliyê aborî de gihîştine noqteyeke diyarkeriyê, mirov pê kêfxweş dibe. Gelê me yek ji gelên herî kevin ên Rojhilata Navîn e. Bi zanîn û mîrata me ya ji demên berê ve berhevkirî, potansiyel û binesaziya me heye ku em li cîhanê berhemên mînak hilberînin. Em yek ji gelên herî kevin ên Rojhilata Navîn in. Ger sê gel li Rojhilata Navîn werin jimartin, Kurd dê di pêş de bin. Du hezar sal berê, erdnîgariya ku Kurd lê dijiyan wekî Kurdistan dihat nasîn. Kurd bi hezaran salan li vê erdnîgariyê dijîn, hebûna xwe bi çand, huner û zimanê xwe didomînin. Wekî gelekî kevnar ê vê erdnîgariyê, ew di warên çand, huner, perwerde û aboriyê de li dîasporayê jî serketinên girîng bi dest dixin. Têkoşîna gelê Kurd a ji bo nasname û rûmetê cihê kêfxweşiyê ye; di heman demê de pêşketinên di qadên aborî, hunerî û siyasî de cihê şanaziyê ye.”

Bakirhan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser şerên li Rojhilata Navîn, behsa pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk" kir û got: "Pêvajoya şer a ku bi Iraqê dest pê kir heta Sûriye, Lubnan û Lîbyayê dirêj bûye, îro Îran jî ji vê pêvajoyê bandor dibe. Gelek paytextên herêmê di bin bombebaran û mûşekan de ne û êşên mezin dikişînin; mirov di nav fikar û bêhêviyê de dijîn. Şer mîlada xwe qedandiye; cihê ku bi şer bigihêjinê nemaye. Ev ne tenê ji bo gelên herêmê, ji bo hêzên cîhanî jî derbasdar e. Şer ji bilî mirinê tiştekî din nayne. Birêz Ocalan dît ku şer mîlada xwe qedandiye, di 27’ê Sibatê de bangek kir. Di vê bangê de hat gotin ku pevçûnên ku 40 sal in dom dikin êş û wêraniyek mezin çêkirine û dema lihevhatin û aştiyê hatiye. Hat diyarkirin ku divê pirsgirêk bi diyalog û danûstandinan werin çareserkirin û Tirkiye bi vî awayî dikare pêşerojek demokratîktir û bihêztir bi dest bixe. Gavên ku di serdema borî de hatine avêtin jî cidiyeta vê îradeyê nîşan didin. Birêz Ocalan, tevî şert û mercên aloz ên li herêmê, pêşbîniya pêvajoyê kir û gavek ber bi bêdengkirina çekan ve avêt. Got ku divê hêzên çekdar bikşînin qada siyasî. Got ku ji bo serketina pêvajoya aştî û civaka demokratîk divê gelê Kurd bikaribe bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne, îradeya xwe hilbijêre û hawîrdoreke ku demokrasiya herêmî pêş bikeve bê afirandin. Banga 27’ê Sibatê ya ku salek berê hatibû kirin, di destpêkê de bi teredût hat pêşwazîkirin. Wê demê, hin derdoran îdia kirin ku pêşketinên li herêmê di berjewendiya Kurdan de ne, hêzên navneteweyî wê bi Kurdan re hevkariyê bikin û sedemên ku Kurd çima berê xwe dane siyaseta demokratîk hatin nîqaşkirin. Lê ezmûnên dîrokî nîşan dan ku gelek hêzan berê gelan di nîvê rê de hiştine. Mînakên vê li Efganistan û Rojava hatin dîtin, aktorên navneteweyî li gorî berjewendiyên xwe tevgeriyan. Tevî vê yekê jî gelê Kurd li gelek deveran berxwedana xwe domand, hebûna xwe bi serhildan û têkoşînê danî holê. Divê berxwedana gelê Kurd ji Nisêbînê heta Pirsûsê, ji Ewropayê heta Silêmanî û Hewlêrê neyê jibîrkirin. Gelê herî kevnar û dînamîk Kurd yek ji gelên herî dînamîk in. Geşedanên li Sûriye, Iraq û herêmên din tên jiyîn nîşan didin ku Kurd hêmaneke girîng a hevsengiyê ne. Li her deverê ku Kurd lê hene, aramî û rêkûpêkiya civakî tê dîtin. Gelê Kurd di aliyê edalet, demokrasî û çanda jiyana hevbeş de xwedî ezmûnek girîng e. Ez bawer dikim ku bi guhertinên li Rojhilata Navîn diqewimin, gelê Kurd wê bigihêje mafên xwe. Em hêviya xwe ku li Sûriye, Îran, Iraq û Tirkiyeyê jiyaneke azad û demokratîk pêkane diparêzin. Ev ne xwestek e, rastiya ku bi têkoşîna bi salan derketiye holê ye. Wekî ku di Newroza dawî de hat dîtin, siyaseta înkar û redkirinê êdî bê wateye.”

Piştî Bakirhan, Nûnerê PDK’ê yê Ewropayê Serhed Gafurî û siyasetmedar Îdrîs Baluken jî axivîn. Bername bi axaftina karsazan berdewam kir.

Di vê çarçoveyê de, Abdullah Ulmez (UEFK – Fransayê), Sînan Aktaş (Nûnerê Îngîltereyê), Îbîş Taş (Nûnerê Skandînavyayê), Mehmet Kaya (Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê – peyama dîtbarî) û Serhat Demîr (Endamê Lijneya Rêveberiya Amedsporê) axaftin kirin.

Prof. Dr. Eser Karakaş di beşa aborî û analîzê de bi sernavê "Rewşa Aborî ya Cîhan, YE û Tirkiyeyê" pêşkêşiyek kir.

Di bernameyê de her wiha peyamên ku ji hêla Dilşad Barzanî û nûnerê YNK’ê ve hatibûn şandin, hatin xwendin.

Di herikîna bernameyê bi avakirina şandeya dîwanê berdewam kir. Rapora xebatê û rapora darayî ji delegeyan re hatin pêşkêşkirin û hatin pejirandin. Piştî vê yekê, guhertina bendên rêziknameyê hatin nîqaşkirin û li gorî nîqaş û pêşniyarên nû yên derbarê avaniya saziyê de hat nûjenkirin. Di hilbijartinên ku hatin kirin de, biryar hat dayîn ku lijneya rêveberiyê ya nû ji 9 endaman pêk were. Di encama hilbijartinê de Hasan Sîrrel dîsa wekî serok hat hilbijartin.