Şehîdên Hefteya Lehengiyê li Cenevreyê hatin bibîranîn
Di çarçoveya Hefteya Lehengiyê de ku di dîroka Têkoşîna Azadiya Kurd de xwedî cihekî girîng e, li bajarê Cenevre yê Swîsreyê çalakiya bîranîna şehîdan hate lidarxistin.
Di çarçoveya Hefteya Lehengiyê de ku di dîroka Têkoşîna Azadiya Kurd de xwedî cihekî girîng e, li bajarê Cenevre yê Swîsreyê çalakiya bîranîna şehîdan hate lidarxistin.
Navbera dîrokê ku ji Roja Newrozê 21'ê Adarê bi şehadeta Mazlum Dogan destpê dike û 28'ê Adarê bi şehadeta Fermandar Egîd (Mahsum Korkmaz) bi dawî dibe, wekî Hefteya Lehengiyê tê qebûlkirin ku nîşaneya ruhê berxwedan û fedakariyê ya gelê Kurd e.
Bîranîn ji aliyê Komaleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) ve li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bi tevlîbûna xizmên şehîdan û Kurdistaniyan pêk hat.
Çalakî, ji bo bîranîna kadroyên pêşeng ên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û tevahî şehîdan bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Di bîranînê de Berdevkê KOMAW'ê İbrahim Yuksel bal kişand ser berxewdana şehîdên Hefteya Lehengiyê ku li dijî polîtîkayên înkar û qirkirinê bu ruhekî fedayî meşandin. Yuksel destnîşan kir ku ev xeta berxwedanê di dîroka têkoşîna gelê Kurd de rolekî diyarker lîstiye.
Piştî axaftinê, sînevîzyona li ser dîroka têkoşînê ya şehîdên Hefteya Lehengiyê û nirxandinên Rêber Apo yên têkildarî şehîdan hate pêşandan.
Bîranîn bi dirûşmeya "Şehîd namirin" bi dawî bû.