BI DÎMEN

Li Şaredariya Grazê resepsiyona Newrozê hate lidarxistin

Bi organîzasyona hevpar a Şaredariya Grazê, FEYKOM û saziyên civakî yên sivîl, bi çalakiyekê Newroza gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn hat pîrozkirin.

Li bajarê Graz ê Awusturyayê, çalakiyên Newrozê bi resepsiyona ku Şaredariya Grazê bi hevkariya FEYKOM û gelek saziyên civakî yên sivîl pêk anî, berdewam kir.

Gelek nûnerên saziyên civakî û partiyên siyasî beşdarî çalakiya ku li salona konferansê ya şaredariyê hatî kirin, bûn. Berdevkê şaredar di daxuyaniya xwe de Newroza tevahî gelê Kurdistanê û gelên Rojhilata Navîn pîroz kir û diyar kir ku piştevaniya bi Kurdan û gelên bindest re wê di pêşerojê de jî berdewam bike.

Di axaftina li ser navê FEYKOM’ê de hat destnîşankirin ku Newroz ji bo gelê Kurd sembola azadî, berxwedan û piştevaniyê ye. Çalakî bi guhdarîkirina muzîkê û xwarinên hatin amadekirin bi dawî bû.