Li Atînayê ‘Hefteya Lehengiyê’ hat bîranîn

Li paytexta Yewnanistan Atînayê bi boneya "Hefteya Lehengiyê" bîranîn hat lidarxistin û di şexsê Mazlûm Dogan û Mahsum Korkmaz de hemû şehîdên azadiyê hatin bîranîn.

Li paytexta Yewnanistan Atînayê bi boneya "Hefteya Lehengiyê" bi beşdariya gelek Kurdistaniyan bîranîna hat lidarxistin.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, li ser girîngiya rojê axaftin hat kirin û di şexsê Mazlûm Dogan û Mahsum Korkmaz de hemû şehîdên azadiyê hatin bîranîn.

Di axaftinê de hat destnîşankirin ku serhildana mezin a dawî ya gelê Kurd ku bi ruhê fedaî yê ku ji hêla kadroyên damezrîner û fermandarên PKK’ê derketiye holê wê bê teredût berdewam bikin.

Di bîranînê de helbest hatin xwendin. Nivîsa li ser şoreşgerên enternasyonalîst Theofilos Yeoryadis û Michalis Charalampidis hatibê nivîsandin, hat xwendin.

Di bîranînê de sînevîzyona ku li ser şehîdên Hefteya Lehengiyê hatibû amadekirin hat pêşandan.

Bîranîn bi dirûşmeya "Şehîd namirin" bi dawî bû.