Anket: Di pêşbirka serokkomariya Fransayê de namzetê rastgir ê tund li pêş e
Li gorî anketeke nû ya li Fransayê, di tûra ewilî ya hilbijartinên serokkomariyê yên sala 2027’an de namzetê herî xurt rastgirê tund Jordan Bardella ye.
Li gorî anketeke nû ya li Fransayê, di tûra ewilî ya hilbijartinên serokkomariyê yên sala 2027’an de namzetê herî xurt rastgirê tund Jordan Bardella ye.
Li gorî anketa li Fransayê, têkildarî hilbijartinên serokkomariyê encamên balkêş derketin holê.
Li gorî anketê, Édouard Philippe yê li xeta rastgir a navendî, di senaryoyên cuda de weke kesê herî zêde nêzî tûra duyemîn derdikeve pêş.
Li beramberî vê yekê, li ser navê Rassemblement National (RN) Jordan Bardella yê rastgirê tund, di tûra ewilî de li gorî hemû senaryoyan li pêş e.
Anket navbera 25-27’ê Adarê bi telefonê bi 1.504 kesan pêk hat.