EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Parlamentoya Eyaletê ya Sydneyê Resepsiyona Newrozê
Li bajarê Sydney yê Awusturalyayê, di resepsiyona Newrozê ya ku di Parlamentoya Eyaleta New South Wales de hat dayîn de, parlamenter, nûnerên partiyên siyasî û saziyan beşdar bûn. -
Fransiyekî DAÎŞ'î bi cezayê heta hetayî hate mehkûmkirin
Welatiyê Fransayê Sabri Essid, ji ber beşdarbûna jenosîda li dijî Êzidiyan di doza li Parîsê de di nebûna xwe de bi cezayê heta hetayî hate mehkûmkirin. -
Li Viyanayê resepsiyona Newrozê
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi hevkariya Feykom û şaredariyê resepsiyona Newrozê hate lidarxistin. -
Li Enfieldê resepsiyona Newrozê: Em xwedî li nasnameya xwe derdikevin
Li Londonê di çarçoveya çalakiyên Newrozê de li avahiya Şaredariya Enfieldê resepsiyon hate lidarxistin û govend hate gerandin. -
KNK: Divê agirê Newrozê bibe ronahiyeke geş û yekîtiya gel
Konseya Rêveber a KNK’ê Cejna Newrozê li her kesî pîroz kir û got, “Divê agirê Newrozê bibe ronahiyeke geş ya tifaq û yekîtiya gel û neteweya Kurdistanê” -
TCŞ’ê bi meşaleyên Newrozê kolanên Hamburgê ronî kirin
TCŞ’ê, Cejna Newrozê ya ku weke roja berxwedan û têkoşînê pêşwazî dike, li Hamburgê bi coşeke mezin pîroz kir. Endamên TCŞ’ê bi meşaleyan kolanên Hamburgê ronî kirin û peyama “Em ê bi agirê Newrozê çar parçeyên Kurdistanê ronî bikin” dan. -
PÎK: Bila Cejna Remezanê bibe wesîleya yekîtiya neteweyî
Serokê Giştî ye PÎK’ê Hikmet Serbilind bi daxuyaniyeke nivîskî Cejna Remezanê pîroz kir û got, “Daxwaziya me ji Xwedayê dilovan cejna Remezana pîroz ji bo gelê Kurd bibe wesîla biratiyê û yekîtiya neteweyî.” -
KCDK-E ji bo Cejna Remezanê daxuyanî da
KCDK-E’yê diyar kir ku ew hêvî dikin Cejna Remezanê di serî de ji bo gelê Kurd û hemû mirovahiyên bindest, bibe wesîleya azadî, wekhevî, demokrasî û edaletê. -
Li Baselê resepsiyona Newrozê hate lidarxistin
Li bajarê Basel ê Swîsreyê Newroza 2026'an bi resepsiyonekê hate pîrozkirin. Di çalakiyê de gelek siyasetmedarên Swîsreyê û nûnerên civaka Kurd amade bûn. -
'Newroza Frankfurtê wê bi daxwaza yekîtiya neteweyî û statuyê bê pêşwazîkirin'
Hevserokên KON-MED'ê Emîne Rûken Akça û Kerem Gok ji bo Newroza navendî yıa 21'ê Adarê ya li Frankfurtê banga tevlîbûnê kirin û diyar kirin ku Newroza îsal wê bi daxwaza yekîtiya neteweyî û statuyê bê pêşwazîkirin. -
Amedekariyên ji bo Newroza Frankfurtê bi dawî dibin
Hate diyarkirin ku piraniya madekariyên ji bo pîrozbahiya Newrozê ku di 21’ê Adarê de li Rebstockparka bajarê Frankfurt ê Elmanyayê were lidarxistin temam bûye. Komîteya amadekar banga tevlîbûna girseyî kir. -
Li Cenevreyê hefteya 269’emîn: Banga tevlîbûnê ji bo Newroza Zurihê hat kirin
Çalakvanên ku di çalakiya nobetê ya li pêşiya NY’ê de axivîn bal kişandin ser geşedanên li herêmê û banga tevlîbûnê ji bo pîrozbahiya Newrozê ya ku di 21’ê Adarê de li Zurihê were lidarxistin, kirin. -
Ji bo hilbijartinên xwecihî bang li Kurdên li Fransayê hate kirin
Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) tevlîbûna Kurdên li Fransayê li hilbijartinên xwecihî bi kêfxweşî pêşwazî kir. -
Li Swîsreyê banga ji bo ‘Newroza Yekîtiyê’
Nûnerên saziyên Kurdî yên ku li Swîsreyê xebat dimeşînin, li Komeleya Çandê ya Rojava ya li Klotenê hatin ba hev û ji bo Newroza ku wê 21’ê Adarê li Zurihê were kirin, banga tevlîbûnê kirin. -
Encamnameya civîna KNK’ê hate ragihandin
Konseya Rêveber a KNK’ê encamnameya civîna xwe ya asayî, ji raya giştî re ragihand. -
Ji bo Newroza li Frankfurtê bang: Bi ruhê yekîtiya neteweyî em tevlî Newrozê bibin
Hevserokên KCDK-E'yê Zubeyde Zumrut û Engîn Sever ji bo pîrozbahiya Newrozê ya li Franfurtê ya 21'ê Adarê banga tevlîbûna bi ruhê yekîtiya neteweyî kirin. -
Çalakiya li pêşiya Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê: Eva û Ahmed li ku ne?
Di çalakiya li pêşiya Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê de bang li hikumeta Elman hate kirin ku ji bo rojnamevan Eva Maria Michelmann û Ahmed Polat gava şênber biavêje ku ji 8'ê Çileyê û vir ve agahî ji wan nayê girtin. -
Siyasetmedarê Kurd Mela Hesen Nuzhedzade koçî dawî kir
Endamê KNK’ê Mela Hesen Nuzhedzade, di 90 saliya xwe li welatê xerîbiyê Swêdê jiyana xwe ji dest da. -
Aktîvîst Zubeyde Akmeşe li Munîhê hate girtin
Aktîvîst Zubeyde Akmeşe ya ku li bajarê Munîhê yê Emanyayê dijî, serê sibê bi serdegirtina polîsan a li ser mala xwe hat binçavkirin. -
Salih Muslim li Helsînkiyê hate bîranîn
Ji bo Salih Muslim li paytexta Fînlandiyayê Helsînkiyê bernameyek bîranînê bi tevlîbûna gelek rêxistinan hat lidar xistin. -
Ji Fransayê piştgiriya ji bo Rojava: Em bi berxwedana we re ne
Weqfa Danielle Mitterrand a li Fransayê û kolektîfa ekolojîk Bassines Non Merci ragihandin ku ew piştgiriyê didin berxwedana gelê Rojava û bang li civaka navneteweyî kirin ku bi berpirsyariyê rabin. -
Siyastmedarên Brîtanyayî: Newroz berxwedan e, hêvî ye
Li Brîtanyayê, Lîderê Muxalefetê ya Parlamenta Walesê Darren Millar û ji kesayetên sereke yên Partiya Karker Jeremy Corbyn jî di nav de gelek siyasetmedaran Newroz li gelê Kurd pîroz kirin û peyama piştgiriyê dan. -
Li Berlînê şehîdên Helebçeyê bi findan hatin bibîranîn
Li Berlîna paytexta Almanyayê, di 38’emîn salvegera Komkujiya Helebçeyê de çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin. Di bîranîna ku li Kudammê pêk hat de, ji bo kesên di êrişa kîmyewî de hatin qetilkirin find hatin vêxistin. -
Li Marignane şehîd hatin bîranîn
Şêx Murşîd Xeznewî yê ku beşdarî bernameya bîranînê ya li Marignane ya Fransayê bû, diyar kir ku têkoşîna şehîdan wê berdewam bike. -
Saziyên Kurd li Neukollnê têkildarî êrişa zayendî bi rayedaran re civiyan
Nûnerên jin ên saziyên Kurd ên li Berlînê, derbarê bûyera êrişa zayendî ya ku li navendeke ciwanan a li Neukollnê pêk hat de, bi Endama Meclîsa Navçeyê ya Berpirsiyarê Ciwanan Sarah Nagel re hevdîtinek pêk anîn.