BI DÎMEN

Li Meclisa Neteweyî ya Fransayê Konferansa Kurd hat lidarxistin

Nûnerên Kurd û parlamenterên Fransî di konferansa li Parîsê hat pêk hat de diyarkirin ku çareseriya ku Kurd têde nebin, mayînde nabe. Di rûniştina 2'an de li ser helwest û berpirsiyariya dîplomatîk a Fransayê ya têkildarî pirsgirêka Kurd hat nîqaşkirin.

Konferansa Kurd a ku di bin banê Meclisa Neteweyî ya Fransayê de li Fransayê hat lidarxistin de têkildarî rol û pêşeroja Kurdan a di serdema ji nû ve teşedayîna Rojhilata Navîn de peyamên girîng hat dayîn. Konferansa ku ji hêla Konseya Demokratîk a Kurd a Fransayê û Koma Xebatê ya Kurd a Meclisê de hat lidarxistin siyasetmedar, akademîsyen û parlamenter hatin gel hev.

DI AVAKIRINA ROJHILATA NAVÎN DE ROLA KURDAN

Di konferansa bi navê “Di ji nû ve avakirina Rojhilata Navîn de rol û perspektîfa Kurdan" de 2 rûniştin pêk hatin. Di rûniştina yekem de, nûnerên siyasî yên Kurd axivîn. Di rûniştina duyemîn de parlamenterên Fransî nirxandinên xwe yên li ser pirsgirêka Kurd kirin.

Di rûniştina yekem a bi sernavê “Di ji nû ve avakirina Rojhilata Navîn de rola Kurdan: Çar parçe, çar enî, yek gel" de Tuncer Bakirhan, Siyamend Mûînî, Fuad Omer û Blesa Jabar Farman wek axaftvan beşdar bûn.

KURD ÊDÎ AKTORÊ DIYARKER IN

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Bakirhan bal kişand ser polîtîkayên înkar û zordariyê ku di sedsala dawî de li ser Kurdan hat meşandin û diyar kir ku pêvajoya ku piştî Peymana Sykes-Picot dest pê kir encamên giran ji bo Kurdan çêkiriye. Bakirhan anî zima ku tevî vê yekê jî Kurdan bi têkoşînê hebûna xwe parastine û got ku îro li Rojhilata Navîn bûne hêzek diyarker.

Bakirhan bal kişand ser pêvajoya ji nû ve avakirina Rojhilata Navîn û diyar kir ku ti çareseriyek ku Kurdan ji derve dihêle wê mayînde nebe û bal kiîand ser girîngiya muzakereyên demokratîk.

ÎRAN Û PÊVAJOYA 'JIN JIYAN AZADÎ'

Siyamend Mûînî di axaftina xwe de bal kişand ser pêşketinên li Îranê. Mûînî destnîşan kir ku li Rojhilatê Kurdistanê zext berdewam dike û bal kişand ser darvekirin û girtinan.

Mûînî anî ziman ku bi xwepêşandanên Jin Jiyan Azadî di nava civaka Kurd de şiyarbûnek siyasî ya girîng çêkir û destnîşan kir ku Kurd niha di diyarkirina pêşeroja xwe de gihîştine noqteyeke rêxistinkirî û zanyariyê.

BAŞÛRÊ: AVANIYEK KU BI FÎÎLÎ WEKÎ DEWLETÊ DIXEBITE

Blesa Cabar Ferman li ser navê Başûrê Kurdistanê axivî û rewşa heyî ya li Başûrê Kurdistanê nirxand. Ferman diyar kir ku avaniya federatîf wekî dewleteke fîîlî dixebite û abî ziman ku ew naxwazin bi welatên cîran re pirsgirêkan bijîn, lê tevî vê yekê bi êrîşan re rû bi rû dimînin.

Ferman diyar kir ku tevî hewldanên ji bo parastina aramiya Başûrê Kurdistanê jî aloziyên herêmî destkeftiyên Kurdan tehdît dikin.

ROJAVA: MODELEKE AZADÎXWAZIYA JINAN E

Fuad Omer ku ji Rojava beşdar bû bal kişand ser veguherîna li Rojava. Omer diyar kir ku Kurdên ku demek dirêj tine dihatin hesibandin, xwe birêxistin kirin û bi perspektîfa azadîxwaziya jinan modelek xwerêveberiyê pêş xistin.

Omer helwesta welatên Rojavayî rexne kir û diyar kir ku ew çavên xwe ji gefên li ser destkeftiyên herêmê yên bi rêya Heyet Tehrîr el-Şam tên kirin, digirin. Omer anî ziman ku tevî vê yekê jî Kurd wê bi gelên din ên Sûriyeyê re têkoşîna xwe ya ji bo avakirina paşerojek demokratîk û hevpar bidomînin.

PEYAMÊN PARLAMENTERÊN FRANSÎ

Thomas Portes, Danielle Simonnet, Anna Pic, û Jean-Paul Lecoq di rûniştina duyemîn a konferansê de axivîn û li ser rol û berpirsiyariya Fransayê di pirsgirêka Kurd de nêrînên xwe pêşkêş kirin.

Konferans bi axaftina girtinê ya Wezîrê Perwerdehiyê yê Fransayê yê berê Jean-Michel Blanquer bi dawî bû.

PEYAMA HEVPAR: BÊYÎ KURDAN ÇARESERÎ NABE

Peyama hevpar a ku di konferansê de derket holê ev bû ku Kurd, tevî înkarkirinê ya sedsalan jî li Rojhilata Navîn bûne aktorek siyasî ya bihêz. Beşdaran li ser çareseriyek herêmî ya bêyî Kurdan ku wê mayînde û demokratîk nebe, li hev kirin.

RÛNIŞTINA DUYEM: GAVÊN BERBIÇAV, NE RETORÎK, LI SER PIRSGRÊKA KURD

Di rûniştina duyemîn a konferansa Kurd de nêzîkatiya Fransayê ya li hember pirsgirêka Kurd û rola wê ya dîplomatîk hate nîşankirin. Di civîna maseya girover ku ji hêla Weqfa Danielle Mitterrand ve hate organîzekirin de siyasetmedar û nûnerên civaka sivîl ên Fransî li ser piştgiriya dîrokî ya ji bo gelê Kurd û nakokiyên di navber polîtîkayên heyî de axivîn.

HEVGIRTINA DÎROKÎ Û BERPIRSIYARIYA ROJEVÎ

Di axaftinên xwe yên vekirinê de nûnerên weqfê bal kişandin ser kevneşopiya hevgirtinê ya ji sala 1986’an û vir ve bi gelê Kurd re tê kirin. Nûneran diyar kirin ku gelek projeyên şênber ji alternatîf ên hîdroelektrîk û sotemeniya fosîl bigire heya bazarên jinan, hewldanên pêşketinên herêmî û hevkariyên navneteweyî yên wekî "Tora Jasmin" hatine meşandin.

Her wiha hat diyarkirin ku ji sala 2021an vir ve serdanên şandeyan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Bakur û Başûr hatine kirin û her wiha şandeyên Kurd ên li Fransayê hatine pêşwazîkirin, van têkiliyan xurt kirine. Hat destnîşankirin ku ev hewldanan di nav Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî de baldariyek li ser pirsgirêka Kurd çêkiriye.

FRANSA LI SER GOTINÊ DIMÎNE

Pirsgirêka sereke ya maseya dor ew bû ku piştgiriya dîrokî ya Fransayê ji bo gelê Kurd îro bê çiqasî derbasdar e. Di vê çarçoveyê de berê dîplomasiya Fransayê, diyarkerên wê yên sazûmanî û bandora wê ya navneteweyî hatin nîqaşkirin.

Thomas Portes diyar kir ku Fransa derbarê pirsgirêka Kurd de di du astan de berpirsiyariya wê heye: polîtîkaya navxweyî û dîplomasiya navneteweyî.

Portes li ser pêwîstiya parastina Kurdên ku li Fransayê dijîn rawestiya û bi bîr xist ku tevî sûîqestên berê, hin belgeyên dewletê hîn jî nehatine eşkerekirin. Portes dersînorkirinên ji bo Tirkiyeyê bên rawestandin û got ku divê Fransa ji bo Kurdan mekanîzmayên parastinê yên şênber pêş bixe.

Portes destnîşan kir ku Fransa gelek caran xwe li qada navneteweyî xwe bi daxuyaniyan sînordar dike û bi taybetî jî li hemberî geşedanên li Sûriyeyê helwestek zelaltir û çalaktir negirtiye. Portes diyar kir ku divê Fransa li derveyî têkiliyên NATO û herêmê, dîplomasiyek li ser bingeha mafên mirovan bimeşîne.

KURD KILÎTA ÇARESERIYÊ NE

Danielle Simonnet diyar kir ku Fransa ji bo Kurdan beşdarî pêvajoyên muzakereyan bike neketiye nava hewldaneke têrker.

Simonnet diyar kir ku nîqaşên li ser statuya hêzên Kurd li Sûriyeyê hîn gelekî hesas in û bi taybetî parastina wekheviya jin-mêr û destkeftiyên demokratîk girîng e. Simonnet anî ziman ku Fransa divê di vê pêvajoyê de rolek dîplomatîk a bihêztir bigire ser xwe û diyar kir ku pirsgirêka Kurd ne pirsgirêk e, ji bo herêmê kilîta çareseriyê ye.

BANG STATÛYA PARASTINA NAVNETEWEYÎ

Anna Pic jî diyar kir ku divê ji bo Rojava statûya parastina navneteweyî were avakirin. Anna Pic destnîşan kir ku ev model dikare dişibe mekanîzmayên ku berê ji bo Başûrê Kurdistanê hatine pêşxistin.

Anna Pic anî ziman ku divê Fransa di têkoşîna hêzê ya li Rojhilata Navîn de roleke hevsengiyê bigire ser xwe.

FRANSA NE TENÊ JI HIKÛMETÊ PÊK NAYÊ

Jean-Paul Lecoq diyar kir nakokiya di navbera polîtîkayên fermî yên Fransayê û nirxên civaka wê de cuda ye. Lecoq anî ziman ku têkoşîna gelê Kurd "têkoşînek ji bo rûmet û hebûnê ye” û destnîşan kir ku nabe ti gel were çewisandin.

Lecoq anî ziman ku pêwîst e Fransa di qada navneteweyî de parêzvanek bihêztir ê mafên mirovan be û got ku divê  pirsgirêka Kurd pir crana bikeve rojeva Neteweyên Yekbûyî û platformên din ên navneteweyî.

REXNEYA HEVPAR: DÎPLOMASIYA HEVNEGIRTÎ

Di rûniştinê de rexneya hevpar a ku der pêş ew bû ku tevî  kevneşopiya hevgirtinê ya Fransayê ya li ser pirsgirêka Kurd dîrokî ye jî pir caran polîtîkayên wê yên rojevî ne lihevhatî ne û kêm in.

Beşdaran diyar kirin ku divê Fransa ne tenê di gotinê de be, gavên berbiçav bavêje; divê li ser bingeha mafên mirovan, demokrasiyê û mafê diyarkirina çarenûsê roleke çalaktir bilîze.