BI DÎMEN

Li Dresdenê ji bo Îsmaîl Agaç taziye û çalakiyek bîranînê hat lidar xistin

Li bajarê Dresden ê Elmanyayê ji bo bavê sê şehîdan Îsmaîl Agaç, çalakiyek bîranînê hat lidar xistin. Di bîranînê de behsa têkoşîn û dilsoziya Agaç a bi gel re hat kirin.

Li salona Komeleya Çandê ya Kurd a li bajarê Dresdenê ji bo bavê sê şehîdan Îsmaîl Agaç bernameyek taziye û bîranînê hat lidar xistin. Di çalakiya bîranînê ku bi pêşengiya Meclîsa Gel a Herêmê hat lidar xistin de, gelek kes amade bûn.

Bîranîn bi deqeyek rêzirtinê ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir. Di bîranînê de, behsa jiyan, têkoşîn û dilsoziya Îsmaîl Agaç a ji bo gel hat kirin.

Kurê wî Hikmet Agaç, got ku bavê wî hem mezinê malbatê bû û hem jî hevrêyê têkoşînê bû. Di dema axaftinê de kêliyên hestiyar hatin jiyîn.

Di axaftinan de, behsa dilsoziya Îsmaîl Agaç a bi têkoşîna gel re hat kirin. Beşdarvanan, jiyana Agaç weke parçeyek ji bîra kolektîf a berxwedanê girtin dest û nirxandin.

Di bîranînê de gelek caran dirûşme hatin berzkirin. Bîranîn bi peyamên hevgirtinê yên xurt bi dawî bû.